Kultur

Destdirêjiya li ser nasnama miletê kurd

 

Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê heta îro karbidestên dewletê li beramberî nasnameya miletê Kurd polîtîkayên şaş û nerewa peyrew dikin. Tirkiyeya kemalîst bi tu awayî xwe nedida ber qebûlkirin û naskirina miletê Kurd, îro jî karbidestên muhafezekar û îslamî yên dewletê li ser rça hukumetên beriya xwe di nava heman şaşiyên siyasî de ne. Em dibînin dema înkara miletê Kurd pere nake vê carê dest davêjin qulpê fitneyê û dixwazin di nava miletê me de duberekî ê bikin.

Di 1925an de piştî ku piraniya Kurdên Zaza digel birayên xwe yên din di pşengiya Şêx Seîd de ji bo mafên xwe yên dînî û mîlî serî hildan, dewletê jî dest bi propagandayên ciyabûna Zaza û Kurmancan kir û xwest yekrêziya miletê Kurd bişkîne. Ji wê demê û vir ve bê ku vê îdîaya xwe bispêrin rastiyeke dîrokî, berdewam vê fitneyê li dijî Kurdan weku alavekî şer bi kar tînin.

Herî dawî wezîrê perwerdeyê li Çewlîgê li ser pirtûka dersa bijarte ya Kurdî ku ji aliyê mamosteyên beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînî ve hatibû amadekirin, got nabe Kurmancî û Zazakî di bin navê Kurdî de bên xwendin û pisporên Zanîngeha Mêrdînê riyeke şaş dane ber me. Bi vî awayî hukumeta muhafezekar a îslamî nşan da ku li ser bingeha polîtîkayên Tirkiyeya kemalîst dimeşe û tu qîmetê nade nirxên miletê Kurd.

Hebûna lehçeyên ciyawaz ne tenê di Kurdî de di piraniya zimanan de tê dîtin û ev rastiyeke aşkera ye. Dewleta Tirkiyeyê digel ku bû hezar sal e ji Asyaya Navîn koç kirine û di navbera wan de gelek ciyawaziyên zimanî û toreyî peyda bûne jî Tirkên Tirkiyeyê, Tirkmenan, Azeriyan, Kirgizan, Kazakan, Ozebekan, Kipçakan weku yek milet û zimanê wan jî weku yek ziman qebûl dike. Li beramberî vê Kurdên Zaza û Kurmanc digel ku di nava hev de dijîn, hemû awayên jiyana wan mîna hev e, mexdûr û mezlûmên heman polîtîkayên dewletê ne û di navbera wan de ji bilî ciyawaziyên lehçeyî tu ciyawaziyên din nînin, wan weku du milet û  zimanên wan jî weku du ziman dide zanîn.

Kurdbûna Zazayan ne tenê di çavkaniyên Kurdan de di hemû çavkaniyên Îslamî û Tirkî de jî rastiyeke aşkera ye. Wezîr eger ji mamosteyên Zanîngeha Mêrdînê bawer nake bila guhdariya Evliya Çelebî yê Osmanî û Ziya Gokalp ê teorîsyenê Mustefa Kemal bike.

Bi vê munasebetê em weku Komeleya Nûbiharê bang li birayên xwe yên Zaza dikin ku li hemberî vê heqaret û bêrûmetkirinê bêdeng nemînin û nedin pey şopa çend kesên berjewendîperest ku ji bilî bikaranîna Zazayan tu mebesteke wan a din nîne.

Herwuha em bang li hukumetê jî dikin ku dev ji van polîtîkayên şaş berdin û derheqê daxuyaniyên wezîrê perwerdeyê de raya xwe aşkera bikin. Êdî divê dewlet dest ji tarîfkirin û dabeşkirina miletê Kurd berde û rêz li hebûn û ciyawaziyên miletê me bigire.

   
NAVENDA KOMELEYA NÛBİHARÊ
www.komanubihar.org

Back to top button