Kultur

Deşnê Murad li Rotana ye

Piştî elboma xwe ya duyem ya binavê Şîke wawa bi dûmahî anî, hunermenda stranbêj Deşinê Murad digel kompanya Rotana kontrakt girêda û strana Şîke wawa bi her dû zimanan bi kurdî u bi erebî tomar kir û nuha jî karê kilîpkirna wê dike.

 Di peywendyeka telefonî de hunermenda stranbêj Deşinê Murad ji rojnameya Evro re got: Nuh hemû karên min bi dawî hatine, elbom û kilîp di van rojan da li ser ekranên TVyên kurdî û erebî dê bê nîşan dan.

Deşinê Murad dibêjît: Strana Şîke wawa ji awazê hunermend Helkewt Zahîr e,  peyv ji aliyê  Heme Seîd Îbirahîm ve hatîne vehandin û derhênerê binavûdeng Vadî Hedad karê derhêneriya  kilîpê dike.

 Hunermend Deşinê Murad dibêjît: Ez ewil hunermenda kurd im kontraktê digel Rotana îmza dikim û ev jî karekê gelek başe.  Hunermendên kurd ji  hunermendên biyanî nekêmtir in. Di demeke nêzîk da dê hindek karên baştir, ji bo nasandina hunera kurdî li sertaserî cîhanê, bikim.
 
 Hunermenda stranbêj Deşinê Murad sala 1986ê jidayîk bûye, wê  pêşîyê li Kurdistan TV kar kirye weku bêjera bernameyê Bê Kontirol, paşî li Korek TV weke speaker karkirye. Ew ji bajarê Silêmaniyê ye û li Holendayê mezin bûye. Ew bi Şakîra kurdan tê nas kirin.

Weke tê zanîn kompaniya Rotana torekr TV û radiyoyên bi erebîye û ji çend beşên cihê pêktê.

Back to top button