Polîtîk

Deriyê PDKê ji bo danûstandinan vekiriye

Endamekê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê dibêje ku ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê dergeh vekiriye û ew dikarin bi hemû aliyan re danûstandina bikin û li hemebr tu kes û aliyan xeta sor nîne.Hêmin Hewramî endamê serkirdayetiya PDKê dibêje: Berî her tiştî ji bo me serkeftina pirosesa hilbijartinê giring bû, binyatdanan kurdistaneke bihêz dirûşimê me bû, bi wan deng û kursiyên PDKê bi dest xistine em nemexrur in.Heramî dibêje: Li hemebr wan deng û serkeftina me bidest xistî em mexrûr nebûne û deriyê me li pêş hemû aliyan vekiriye û em amadene danûstandinên berpirsiyarane digel hemû aliyên kursî anîne bikin. Em amadene danûstandin bi hemû aliyan re bkin, me xeta sor li ser tu aliyan nîne. Em dixwazin  em hemû bi hev re çarçoveyeke stratejîk danin û van çar salên bên biniyatê kurdistaneke bihêz ava bikin.Hewramî diyar dike ku her aliyekê siyasî li gor kursiyên xwe amade be digel PDKê milê xwe bide ber berpirsiyariya hevebş, eger ew yek gav ber bi PDKê ve bên pêş PDK du gavan ber bi wan ve diçe pêş.Weke tê zanîn roja 30.09.2018ê li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hat kirin û li gor encamêndestpêkê PDKê 44 kursî bidest xistine, YNK 21 kursî,  Tevegra Goran 12, Nivşê nû 8 kursî, Komele  7 kursî û Yekgrtûya Îslamî jî 5 kursî bidest anîne. 

Back to top button