CivakRojev

Derîyê navbera Herêma Kurdistanê û Rojava bi temamî hat girtin

Hat ragihandin ku derîyê Sînor ê Pêşabûr-Sêmelka hatiye girtin. Rêveberîya Deriyê Sînor ê Sêmelka bertek nîşanî girtina derî da.

Deriyê Sînor ê Pêşabûr-Sêmelka ku yekane xala derbasbûnê ya di navbera Rêveberîya Herêma Kurdistanê û Rojava de ye, bi temamî hat girtin. Doh roja dawî ya derbasbûna ji deriyê Sînor ê Pêşabûr-Sêmelka bû.

Ev ne cara yekê ye ku derîyê navborî tê girtin. Di dawîya sala 2021ê de, derî ji bo 40 rojan yekalî hatibû girtin.

Derîyê Navdewletî yê Pêşabûrê di sala 2013an de bi biryara Serok Mesûd Barzanî hat vekirin. Rojane bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de dihat kirin û pêdawîstî û malzemeyên avahîsazîyê ji Herêma Kurdistanê diçûn Rojavayê Kurdistanê. Bi girtina derî re, pêdivîyên rojane yên Rojavayê Kurdistanê gav bi gav kêm dibin û bihatir dibin.

Derîyê Sînor ê Pêşabûr-Sêmelka di 16ê Çileya 2013an de bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo piştgirî û alîkarîyên mirovî ji bo gelê Rojava hat vekirin.

Li gor tê gotin, piştî ku rayedarên deriyê Sêmelka nehiştine mêvan bên merasîma vekirina Bîrdarîya Nîştimanî ya Barzanî, Rêveberîya Deriyê Sînor ê Pêşabûrê biryara girtina derî dane.

Back to top button