Dengên ''ERÊ'' zêde dibe %57.03

Li gor encama anketa AKP li 81 bajêrê de dengên ERÊ bû % 57.03 yên Na %41.52 û yên Boykot jî %1.45 . Li hemî herêman de dengên Erê zêde dibe lê tenê herêmên wekî Akdenîz û Egeyê de kême. Serokwezirê Tirkiye Recep Tayip Erdogan jî talîmat da ku xebatên li ser hemî herêman zêde bibe. Nêzîkî hefteyeke ji aliyê AKP li 81 bajêrê de anket hate çêkirin û ji bo guhertina Destura Bingehîn ya 12 Îlonê dengên Erê bi awayekî berbiçav zêde bû .

Heta roja referandumê 16 roj maye û AKP dixwaze dengên nediyar jî bine ser dengên Erê . Ger li referandumê dengên Erê zêdetirî % 50 bibe tê wateye ku Guhertina Destura Bingehin hatiye qebulkirin. Lê Serokwezîrê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan dîsa jî ji rewşa anketê ne memnûne. Tê zanîn ku di nava pakêta guhertinê da dadgehên askerî û sîvîl û ta qada civatî û aboriyê gelek tişt hene û ji bo şikestina fikrên statukoperest jî pêwistiya zêdetirin dengê erê yê re hene.

Di nava Anatoliyê de hêzên MHP bi awayekî berbiçave lê ew hêza MHP jî ji aliyê AKP ve hate şikestin û bi demên dirêje ku rayên vê herême hatin stendin. Lê di serî de bajarên wekî Mersin , İzmir, Mugla û kendavên Akdenîz û Egeyê nijadperestiya mezin heye. AKP ji rayên Kurdan bi vî herêmê re jî dengên Erê yê zêde kir. Berê ya heftekî AKP li bajarê Mugla , İzmir û Mersînê anketek çêkir û di encama anketê de Dengê erê ji dengên na re zêde derket.

Nerîna min :