Nivîsar

Dengê xwe bidin kî û çi !

Vekirî ezê dengê xwe bidim Ala Kurdistanê û van stranên niştimanî ku dihêle hêstir ji çavên min bibarin.

Dara Bilek

Vê yekşemê roja 14.05.2023ê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokkomariya Tirkiye û parlementoya Tirkiye têne li darxistin. Mirov wek Kurdekî dê dengê xwe bide kî? Rastî ev  pirsek gelek girînge. Ji ber ku eger kesek Kurd, siyasetmedarek, kesayetek Kurd yanî yên ku doza mafê rewa yê Kurda dike, dê dengê xwe bide kî û dema deng bide çi wek pîvan digre?

Niha dema em dibêjin Kurdek siyasî ku doza mafê rewa yê miletê Kurd dike, gerek li ser xetek netewî Kurdistanî be, gerek dewletbûna Kurda bi awayekî biparêze û bikaribe behsa hemû mafên netewî yên Kurda bike. Ji bo min li bakurê Kurdistanê Kurdek mafê rewa yê netewî neparêze û li dijê dewletbûna neteweyê Kurd be, ew doza Kurda naparêze û ne siyasetek Kurdistanî rêve dibe. Di rastiya xwe de piştî wê Kurdek çi bêje behsa çi bike ev teferuate û ji bo min bi xwe tu wateya wê tuneye.

Veca dema em behsa helwesta kurdek niştimanperwer dikin ev pîvana siyasî bingehe. Eger em doza niştimanek azad û serbixwe nekin ,ev tê wateya ku em ne niştimanperwerin. Lê xabin îro li bakurê Kurdistanê hestên netewî gelekî zîz û alozin. Ev dibe sedemek bingehîn ku dema wek Kurdekî em helwesta xwe eşkere dikin, ji faktora niştimanî û netewîbûnê behtir , faktorên îdeolojîk rola xwe dileyze û em ji bo vê yekê jî îdeolojiya ku dibarêzin didin pêşîya berjewendiyên netewî.

Bi gotinek din piraniya me li bakurê Kurdistanê, em berê çepin piştre Kurdin, em berê lîberalin piştre Kurdin, em berê oldarin piştre Kurdin, yanî em di ware îdeolojîk de çi diparêzin berê ewin piştre Kurdin. Vêca dema em bi vî awayîbin gerek rastiya xwe bibînin û hewlbidin zihniyeta xwe biguherin, ewilê Kurdbin, Kurdistanîbin û piştre jî behsa îdeolojiya xwe bikin. Em di helwesta xwe de ne îdeolojiya ku diparêzin bidin pêş, em berjewendiyên netewî û Kurdistanî bidin pêş. Dema em pîvanekî deynin hole, bila pîvana me berjewendiyên Kurdistanîbin.

Her miletek xwediyê sembolekîye , sembola me ya netewî jî Ala Kurdistanê ye. Eger em ne di bin siha vê sembolê de siyasetê bikin, ya herî basît ewe ku , em siyasetek Kurdistanî nakin û ne li ser xetek netewîne. Ala Kurdistanê ne sembola me be, em behsa dewletbûn jî di nav de , mafên miletê xwe yên netewî nekin, em tenê nirxên dewleta dagirker û îdeolojiya xwe ku riknê dewleta Tirkiye danîn diparêzin, em ne niştimanperwerin û hinge em Kurda tenê ji bo berjewendiyên dewletê entegreyê miletek din dikin û dibin sedemê alozkirin heta ji hole rakirina hestên netewî bi temamî.

Dema di hilbijartinan de nirxên netewî bibin babetê propagandeyan û piştî hilbijartin ew nirx bêne terikandin belkî jî ev xiyaneta herî mezine ku, mirov li neteweyê xwe dike.

Wek din gelek cara em wek insan gelekî hisî tevdigerin. Gelek cara dema em stranekî seh dikin hêstir ji çavên me tên. Ev yek jî di jiyana rojane de bandorê li me dike. Li Diyarbekirê û bajarên din ên Kurdistanê, dema propagandeya hilbijartinan de ,gelek otomobilên partiya li kolana digerin ev otomobil bi al û sembolên partiyan hatine xemilandin. Strana hinek Tirkî û hinek  jî bi zimanê Kurdî dibêjin, piraniya strana ji bo propagandeya partiya hatine hilbijartin.

HAK-PAR Ala Kurdistanê bilind dike, daxwaziya xwe li ser Otubûsa hilbijartina nivîsandiye û doza dewletek Federal dike. Herweha her partiyeka siyasî ku dikeve hilbijartina , mafê wan heye di TRTê de, kanala dewletê de çend xuleka paropagandeya xwe bike. HAK-PAR axavtina xwe Kurdî dike û behsa mafê miletê Kurd dike û li gora baweriya xwe federalizmê vekirî diparêze. Di otomobilên xwe de muzika Kurdî û stranên niştimanî lê dide.

Mimkine li gora min kemasiyên HAK-PARê hebin, em gelek caran HAK-PARê rexne dikin û dixwazin ew behtir li ser xetek netewî siyasetê bikin. Rexneyên me ne ji bo eşandina HAK-PARê ye, ji bo pêşketina wan e. Rastî dema li Diyarbekirê ez Otubûsa HAK-PARê dibînim û stranên niştimanî bi dengê bilind seh dikim ev yek di aliyê hisî de bandorê li min dike. Ji bo wê jî vekirî ezê dengê xwe bidim Ala Kurdistanê û van stranên niştimanî ku dihêle hêstir ji çavên min bibarin.

Ji aliyek din eger bedîlek din hebe, bila hinek niştimaperwer bêjin da ku mirov li ser fikarê bike.

Wek din em hemû li ser bîr û baweriyên xwene, herkesek ji bo destxistina mafên rewa yê netewî yên Kurdistanî li gora xwe li ser xetekî tevdigere.

Bila serkeftin ji bo Kurd û Kurdistanê be.

11.5.2023

Back to top button