Polîtîk

Demirtaş:Di rêveberiya HDPê de hinek pirsgirêk hene

Ji rojnemeya Duvar İrfan Aktan di girtîgehê de hevpeyvinek li gel Selahattin Demirtaş kir. Gelek pirs ji Demirtaş hatin kirin, bersiva Demirtaş piranî tiştên klasikk bûn.

Pirsa herî balkêş di derbarê nakokiya Demirtaş û HDPê de bû.

Pirs: Dema 6 saliya damezirandina HDPê hate pîroz kirin videoyek hatibû amade kirin, di vê vîdeoyê de qet behsa we nake û weneyên we tunebûn.Ev yek bû sedemê minaqeşeyekî. Hinek ji HDPê digotin ev pirsên biçûkin ,lê hinekan jî digotin car carê tiştên bi vî awayî çêdibin. Mirov pû diheseku di navbera we û partiya we de hinek pirsgirêk hene, lê time v yek tê veşartin.Navbera we û partya we de cudahiyên fikrî hene?Sedemê vê yekê şiye? Jiberi hun bikevin girtigehê pirsgirêk hebûn?

Beriva Demirtaş: Navbera min û HDPê de tu pirsgirêkek îdeolojik,siyasî û li ser xeta siyasetê tuneye.Ez dixwazim herkesek vê yekê baş bizane. Herkes dizane ku eger tiştek bi vî awayî hebe, ez amademe ji xelkêre eşkere bikim. Yên kesayeta min dizanin  dizanin vê yekê baş dizanin. Lê di nava rêveberiya partiyê de têgihandina rêveberiya rêxistinê de, gavên siyasî û tektîkî têne avêtin de hinek hinek kêmasî hene. Ev yek tenê min xemgîn dike. Ez xwe jî ji bo vê berpirsiyar dibînin rexna li xwe jî dikim û rexne û pêşniyarên xwe ji hinek hevalên xwe re dibêjim ji bo wan bi hêztir bikim.

Ewên ku min li cihekî didin nîşandan, bi awayên cuda nirxandina dikin, tenê bêwefane û gelek tiştek şerm dikin. Lê ez tu cara ji bo kêçekî nivînê naşewitînim. Ez ewqas nivz nabim. Tenê ez hewl dikim ku erkê xwe yên siyasê li gora baweriya li min heyî bînim cih û layiqê wê bim. Tiştên din ez dihêlim ji bo demê.

Di vê tekoşînê de min 28 sal derbas kirin.Ez di temenê xwe yê mayî de jî , ji bo tevgera demokrasî û azadiya ku ez di nav de xwedê dayîm de didomînim. Ev ji bo min şerefeke. Bila kesek guh nedê gotinên vale. Em bi morelekî karê xwe bikin.

Gelek vekirî dixweyê ku nakokiyên mezin di navbera Demirtaş û rêveberiya niha ya HDPê de heye. Lê ne Demirtaş nej î berpirsên HDPê vekirî nikarin wek her partiyek demokratîk behsa van nakokiyan bikin.

Demirtaş cardin dema behsa hinek pirsgirêkan dikê jî gavek gelek girîng li gora pîvanên HDPê tavêje.

 

Back to top button