Nivîsar

Demirtaş erka xwe li himber Kemalistan bi cih tîne!

Ji berî çend rojan hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di girtîgeha Edirneyê de daxûyaniyek da û gotibû ku, “ Ez dixwazim PKK li himber Tirkiye bi temamî çekên xwe bê deng bike û ji dev çekan berdê. HDP ne partiyek dirêjahiya PKKê ye û ne berdevk û pişgirê PKKê ye.”

Ev daxûyaniya Demirtaş di nava çepên Tirk de pişgiriyek mezin dît. Herweha serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di hevpeyvika xwe de,behsa van gotinên Demirtaş kir û got: Ji bo me gelekî girînge ku, Demirtaş dibêje bila PKK li himber Tirkiye bi temamî ji dev çek berde û HDP ne berdevk yan jî pişgirê PKKê ye. 

Niha li vê derê hinek daxûyaniyên balkêş hene. Ji berî her tiştekî Demirtaş nabêje bila PKK ji dev çeka berde. Dibêje ku bila PKK li himber Tirkiye ji dev çeka berdê. Ev tê çi wateyê? Başe eger li himber Tirkiye ji dev çekan berdê,dê çekan li himber kî bi karbîne? Ev yek nayê gotubêj kirin, xalek din jî gelekî balkêşe ku, çepên Tirk û Kemalîst pişgiriya xwe ji bo daxûyaniya Demirtaş dane kifşkirin.

Demirtaş wek her carê gotinên di xizmeta dewletê û dewletparêzên Tirkan de ya Kemalistan de dibêje. Sedema ku serokê CHPê dibêje ku, di pirsa Kurd de muxatabê me HDP ye ne vale ye. Ev hemû di çerçova dîtina Kemalistan de tê dîzayn kirin, Demirtaş jî li himber çepên netewî û Kemalistan erka xwe pêktîne.

Dema mirov behsa van tiştan dike, ev nayê wateya ku Mirov naxwaze PKK ji dev çeka berdê. Baş bala xwe bidinê eve demk dirêje PKK çekan li himber Tirkiye bi karnayne. Behtir li himber başûrê Kurdistanê bi kar tîne. PKK xwe ji bo şerê desthilata başûr amade dike. 

Ji aliyek din ve tu wateya PKKê ya şerê çekdarî nemaye. PKK ji bo çi şerê çi dike? Tu armancek PKKê ya Kurd û Kurdistanî tuneye. PKK ji bo şerê Kurda bike dev ji çekan bernade. Lê eger wek Demirtaş dibêje ku, bila PKK li himber Tirkiye bi temamî ji dev çekan berdê,ev tê wateya ku,bila PKK bikeve di xizmeta Tirkiye û ji bo berjewendiyên Tirkiye şer bike.

Eve dehên salana PKK/HDP/KCD û DBP vî miletî dixapîne. Demirtaş bê ku şermê bike li çavê vî miletî dinêre û dibêje: Em ne berdevkê PKKêne û ne pişgirê PKKê ne. Ev gotinek derewe ê valeye. Ji xwe kesek baweriyê bi vê gotinê nayne. Tu ne girêdayê PKKê bûye dema te xwestî ji dev siyaseta rêxistinî berdî,PKKê rê neda te, lê te nekarî îradeya xwe bi cih bînî. Xwediyê we PKK ye,ne ji PKKê bûya kesekî tu biha nada we. Veca bi van gotinên bê wate heta kengê hunê vî miletî bixabînin? Yan jî dê heta kengê ev millet li dûv van gotinên vale biçe?

26.7.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button