Polîtîk

Demirtaş : Em welatekî Kurd naxwazin

Ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên GAPê ve li ser mijara ‘’ Şarta xweseriya mahallî ya Ewropa û Xebata Rêveberiyên Mahallî ya Tirkiye yê’’ civînekî hate lidarxistin.

Di civînê de Serokê Gişti yê BDP Selahattîn Demirtaş û Şaredarên girêdayiyê Yekîtiya Şaredariyen GAPê û her wiha ji Zanîngeha Ankarayê Prof Dr. Rûşen Keleş ji Zanîngeha Îstanbolê Prof. Dr Nihal İncioğlu ji Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboğlu ji Zanîngeha Dokuz Eylulê Prof. Dr. Zerrîn Toprak ji Zanîngeha Qibrisê Prof. Dr. Niyazî Kizilyürek ji Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr Sevtap Yokuş û ji Zanîngeha Suleyman Demiirelê Prof. Dr. Ahmet Özer amade bûn.

Serokê Giştiyê BDPê Selahattîn Demirtaj ji serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê weka padîşah binavkir û got : Erdogan li dijî Projeyên Rêveberiya Mahallî ya Xweseriyê ye û xwe weka Padîşahek nişan dide. Ji ber vê yekê em dixwazin demokrasiyê bînin ji nava kuçe û taxan re. Di vê şert û mercên xirabê de em xebatên demokrasiyê dikin. Em welatekî Kurd naxwazin demokrasî besî me ye .Û divê wiya baş bêne dîtin ‘’ Sedema devjê berdanê Kurdistan ew e ku em baweriya demokrasiyê dikin’’. Ji ber ku dewlet temsîla demokrasiyê nake. Dewleta Kurd jî bibe nikare temsîliya demokrasiyê bike

Demirtaş axaftina xwe yê balkeşê wiha domand : Girîng ew e ku modelên rêveberiyê çiqas ji xelkê re vekiriye ? çendin ji demokrasiyê re ahengdare Û çi qas ji beşdervaniyê re vekiriye. Modela Xweseriya Demokratik ji bawerkirina demokrasiyê tê û di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd modelekî hemdem ya demokrasiyê ye.

Xweseriya Demokratîk projeya pêşeroja ronahiyê Tirkiyeyê ye. Ji xeynî me ti kes di derhaqa çareserkirina pirsgirêka Kurd de yan jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê projeyekî ava nekirine û ne xwedî persperktifên gengeşîyêne. Ew jî ji bo Tirkiyeyê xemgîniyekî mezin e.

Back to top button