Polîtîk

Demirtaş : Bûyera Taksîmê provokasyonek e

Serokê Giştiyê Partiya Aştî û Demokrasî û parlamenterê Amedê Selahattin Demirtaş di civîna grûba xwe de got : Li Taksîmê 15 polîs û 17 hemwelatiyên me ji êrîşekî hatin brîndarkirin. Em bi awayekî eşkere êrîşa xwekûjiya Taksîmê şermezar dikin.

Emê vê êrîşê şermezar dikin. Bi awayekî eşkerî şermezar dikin. Ji aliyê dem û cihê ve provokasyoneke.

Demirtaş di axaftina xwe de balkişand li ser dirêjkirina agirbest û got : Rê û rêbaza tundûtijî divê ji her aliyê ve bihête redkirin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi tundûtijiyê nayê çareserkirin.Êdî her tişt li holeyê.Divê nihertin û nêzîkatiya dewlet jî wisa bibe.

Îro biryar di destê rêveberên dewletê de ne. 80 sale ku polîtikayên binpêkirin û zordestî li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd astengiyên mezin ava kir.

Em jî dizanin di nava 10 mehan de çareserkirina pirsgirêkan ne mimkûn e . Lê mimkûne ku gavên baweriyê bên avêtin. Em dikarin heta hilbijartinê ji bo çareseriyê gavên baş biavêjin.

Back to top button