Polîtîk

Demîrtaş : Bila serokwezîr bibe mertalê zindî

 

Demîrtaş : Bila serokwezîr bibe mertalê zindî

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, bersiv da rexnekirina Erdogan a çalakiya mertalên zindî û bangê kir ku bila were bibe mertalê zindî.

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, li bajarê Bursayê tevlî komcivîna partiyê a bajêr bû û beriva pirsên rojnamevanan da. Li ser pirseka rojnamevanan a rexneyên serokwezîrê Tirkiyê di derbarê çalakiyên mertalên zindî de, Demîrtaş îdia kir ku serokwezîr nizane mertalên zindî çi ye. Demîrtaş di bersiva pirsê de wisa axifî:

Bixwe seh nekiriye ku mertalê zindî çi ye. Kesên dibine “mertalê zindî”, ji bo ku her du alî jî hevdu nekûjin bedena xwê dike navbera wan. Bi vê çalakiyê dibêjin ku, him canê leşkeran, polîsan him jî canê PKKîyan girîng e, lazime hevdu nekûjin, ew vê peyamê didin. Yanê mertalên zindî tenê ji bo canê PKKîyan biparêzin ne li wira ne. Lê wî ew  fehm nekiriye. Jixwe ew ne xwediyê wê wîjdanê ye ku fehm bike. Bi rastî jî ku ew çalakiyên mertalên zindî kêm dibîne, fermo bila were ya baştir bike. Bila bixwe wek serokwezîr derkeve herêmên operasyonên leşkerî bibêje, “bisekinin, hevdu nekûjin, ez dibime mertalê zindî.” Bila ji me baştir bike. Ancax, bila serokwezîr, dema li vî welatî xort û zarok hevdu dikûjin, yên ku derdikevin holê, canê xwe datînine holê, kevir û çiya nabêjin hewldidin ku şer rawestînin heqaretan neke.  Eger tu bikarî ya baştir bike fermo, em jî çalakiyên mertalê zindî ji wî dipên.

Weke tê zanîn serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan di civîna partiya xwe AKPê li Adana peyvek pêşkeş kiribû û gotibû:

Yên ku li hember polîs û leşkeran xwe dikin mertalên zindî, çima li hember êrîşê (terorsîtan) xwe nakin mertalên zindî? Li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê çavên bi sedan dayîkan ji serê sibê heta êvarê li çiyane, li benda vegera kurên xwe ne. Lê mixabin hindek kes ( mebest jê BDP ye) dibêjin nabe PKK çek deyne û teslîm bibin, ew bi êş û azarên kurdan dilîzin.

 

Back to top button