Polîtîk

Demek nêzik hukumet tê damezirandin

Hikûmeta Kurdistanê fermanberan piştrast dike ku mûçeyên wan dê di dema xwe de bên parvekirin. Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, di demeke nêzîk de dê hikûmeta nû ya Kurdistanê bê avakirin.

Sefîn Dizeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Danûstandin û gotûbêj ji bo avakirina hikûmeta nû berdewam in û tê pêşbînîkirina ku di demeke nêzîk de hikûmeta nû bê avakirin. Paşketina hikûmetê ne di berjewendiya ti pariyekê de ye û bandoreke xerab li ser bazarên Herêma Kurdistanê dike, ku tirs dikeve dilê xelkê me de, lewam jî em di Hikûmeta niha ya Kurdistanê de piştgiriyê li hewlên partiyên siyasî ji bo avakirina hikûmeta nû, dikin.”

Dizeyî derbarê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê jî wiha got: “Hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser dana mûçeyan di dema xwe de, ew jî li gorî dahatên hikûmetê û pereyên ku ji Bexdayê tên destê me ji bo mûçeyên fermanberan. Bexda tenê %60 ji mûçeyê fermanberan dişîne, ku 460 milyar dînar e û heta niha jî beşek jê neşandiye, ku para Hêzên Pêşmegre di nav de ye. Her dema ku pere bi temamî ji Bexdayê bê emê hersê mûçeyên fermanberan ên destpêka salê, ku Bexda hêj neşandiye, emê wan mûçeyan bidin fermanberan.”

Back to top button