Nivîsar

Dema kirin û gotin ji hev dûr be siyaset dilewête

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyaset bi awayek cuda tê kirin, kêm zêde hemû partî û aliyên siyasî bi yek metodekî siyaseta xwe rêve dibin. Stratejiya xwe ya siyasî de,armacên cuda bidin xûyakirin jî lê di bingehê de yeke û wek heve.

PartiyênTirkan hemû li gora îdeolojiyek taybet siyasetê rêve dibin. Her aliyek li gora xwe demokrasiyê dinirxîne, demokrasiya her aliyekî cudaye, edaleta her aliyek bi serê xweye tu cara siyaset ne ji bo gel yan jî ji bo berjewendiyên giştî yên civatê tê kirin. Siyasetê di bingehê xwe de ji bo berjewendiyên xwe û partiya xwe diafrînin.

Wek mînakekî, li Tirkiye partiyên Tirka , rewşenbîr, nivîskar û akilmendên wan xwedî dîtinên cudane, her aliyek li gora xwe xwediyê îdeolojîyekiye, lê dema pirsa kurd tê holê hemû dibin yek deng. Ji bo wan di vê derbarê de îdeolojî, fikir, dîtin tiştek namîne. Çepên wan , komunistên wan, Faşîst û nijadperestên wan dema pirsa kurd tê rojevê wek hev diaxevin pişgiriya hev dikin.

Di pirsgirêka suriye de siyaseta hukumetê û muxalefetê cuda ye. Desthilata AKP û Erdogan bi tundî şerê rejima Suriye û Bişar Esad kirin û dikin, pişgiriya hêzên opozisyona Suriye kirin. Lê Partiyên opozisyonê, CHP, Vatan Partisî û partiyên din vekirî pişgiriya rejima Esad kirin û dikin, siyaseta hukumeta ya li dijê rejima Suriye rexne kirin li dijê arîkariya opozisyonê sekinîn. Lê dema behsa Kurdên rojavayê Kurdistanê hat kirin, dema êrîşê Efrînê kirin hemû bi hevre bûn yek, bi yek zimanî axivîn.

Ji Tirkiye hemû aliyên siyasî rojane ji bo pişgiriya Artêşa ku êrîşê Efrinê bikin serdana deverên sinor kirin, bê îstisna her aliyek siyasî ev yek kir. Yanî bingehê yekitiya aliyên Tirk li ser dijitiya kurda hatiye avakirin.

Ji aliyek din her aliyeh hewldide ku civatê bêxe xizmeta siyaseta xwe de, kesek siyaseta xwe nayê xe di xizmeta civatê de.

Li bakur partiya herî bi hêz HDP jî heman siyaseta aliyên Tirk bi versiyona Kurdistanê rêve dibe. Siyaseta ji bo xwe û ji bo berjewendiyên partiya xwe dikin. Eger her kurdek destê xwe deynê ser vijdana xwe dê bibînê ku, şeredariyên di destê HDPê de çi xizmet hatiye kirin. HDP ji bo partiya xwe û hevalbendên xwe hemû desthilatdariya xwe ya şeredariya bi karaniye. Yanî tişta şeredarek yê bajarek li Tirkiye dike , HDP jî li Kurdistanê dike. Berjewendiyên kesayetî û yê partiyê esas e.

Aliyek dema aliyê dijber rexne dike bi tu awayî rastiya xwe nabîne. Lê heman tiştê dike.
Bi kurtahî stûnê siyasetê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hêdî nikare berjewendiyên kesayetî ragire. Roj bi roj her aliyek hewl dide van stûna bi hêz bikin, lê her ber bi rûxandinê ve diçe. Etika siyasî wateya xwe bi temamî winda kiriye, her aliyek besa ehlak dike, lê mixabin tuneye, behsa demokratbûne dikin, lê herkes dîktatorekî di nava xwe de xweyî dike. Behsa berjewendiyên , gelêrî dikin , lê jê dûrin. Di siyaseta Tirkiye û bakurê Kurdistanê de , gotin û kirin ji hev dûr e.

Partiyên kurd divê di pencereya Kurdistanî de aliyên siyasî li Tirkiye binirxînin. Divê pîvan destxistina mafên rewa yên kurda bin. Wek din çi siyaseta bê kirin dikeve di bin xizmeta Tirkiye û kesayetên keysperest de.

17.4.2019
Dara Bilek

Back to top button