Civak

Dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû

 

Berdevkê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahap, di derbarê roja hilbijartinê de ji çapemenîyê re axivî û daxuyand ku, “Li gor yasaya hejmar 1 a sala 2005an, Serokê Herêma Kurdistanê roja hilbijartinê wek 18ê Mijdara 2023an diyar kiriye”.  

Şahap, di derbarê biryara Serokatîya Kurdistanê ya li ser qanûna jimare 1 a sala 2005an de ev daxuyanî da: “Roja 18ê Mijdara 2023an wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye diyarkirin. Hemû alîyên peywendîdar neçar in bi hevkarî û hemahengîya li gel Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo cîbicîkirina vê biryarnameyê karên pêwîst bikin. Ev talîmat wê ji roja ku hatiye weşandin derbas bibe“.

 

Back to top button