Nivîsar

Dem têne guhertin lê…

Dilciwan Helbest

Li nabeyna Ermenîstan û Gurcîstan heremek heye navê wê Kurdîstane, lê mixabin kesek li wir bi Kurdê na axivê hêjaye çi? Ev Kurdê me Bakur jî dibê ziman ne girînge lê em Kurdin navê me Kurd bê bese. Dibêjin: “Ziman ha Erebî ha Tirkî ha Farisî xem nakê, di serê wan de wilo tomarkirine.

Di dinyayê de çi dibê, çi tê guhertin, kî bi serket , kî bi binket ji gelê Kurd re ne xeme. Beşekî xilbe ji Kurda, ne dihisênin û ne jî hisdikin. Kar kir, xisar kir wekî heve. Mere çi jî bêjê wekî heve bilûra ber ga ye, çira ber kora ye, mastê ber saye! Tembûra wan yek têle, li yek têlê dixin. Ew bavê Seyro dibêjin û tembûra wan Derwêşê Evdî dibêjê, ka wê çawa govend hevdû bigrê?

Ev bûne korê riya bêrmê. Yekî kor hebû riya bêrmê elimî bû naskiri bû, ku heman ji mal derdiket berê xwe dida riya bêrmê. Evê me jî ku ji hundur derdikevin her bijî Apo û Wêneyê Apo bilind dikin. Kuro ka rêkê ji xwe re bibînin ha wexte ku neyar xan û eywanê we bi ser wede hilweşênê ka hûn ketine çi rewşêde? Her bijî Apo ka ev çil sal çê bû hûn vê peyvê bi kartînin we tiştik bi dest nexist di xwe bi fikirin.

Tiştin hene xwe bi xwe têne guhertin. Însan jî têne guhertin, wexta ku mere xortbê başqeye û ku mere navser dibê başqeye, mere xityar dibê başqeye. Li gurî demê û dewranê ku li dinyayê bûyer çêdibin mere pêzanîyan jê digrê, çiqas bûyer têne serê mere wilqas mere tecrûba distînê.

Carna mere mecbûr tê guhertin û carna jî mere ji tecrûba ji zanebûnê mere xwe di guherê. Mere projena çêdikê didê ser rêkê mere dikevê petaxlikê dikevê çiravê , mere dixesirê, lê ji wê xisar û wê xeletiyê gelek aqil digrê, di sîyasetê de mere pêş dikevê. Lê mixabin ê me xortê Kurda ev çil salî dixesirin dikevine çiravê, dikevine bîra bê binê, aqil nagrin û xwe naguherin!

Dinya hate guhertin Rus hate guhertin, Amarîka hate guhertin, Tirkîya hate guhertin, ev partîya karkerê Kurda nehate guherin. Ev hareketa wan ev jî ne wan ev rêxistin çêkirye. Ev rêxistin çepê Tirka çê kirîye dibêjin, em li pêşberî faşîsta ne, hemû jî Kemalîstin Kemal bixwe dîktektor bû, li pey wê rîya wan faşîstên mezin ewin. Em nema faşîst û demokrata û sol û sax jiv nasdikin. Ev gelê me hema dibêjin Erdoxan faşîste ê ma Esad ne faşîste? Kes bahsa Esad nakê û nabêjin ev şest sal ku zulm û zora li gelê Kurd dikê bahs nakin.

A niha ji tirsa Erdoxan û gefê wî, haw haw kete nav wan rêkistênê Kurd dizîvirin dîsa bi ser Esad de di bezin. Dîsa Li Esad divegerin lê li hevdû navegerin, hevdû tamûl nakin, ewqas zulm û zordarî ya Esad qebûl dikin lê gelê xwe birayên xwe, welatîyên xwe tamûl nakin.

Heger ku Kurdê Sûrîye yekîtî di navbera xwe de çêkirbana û rêbaza Barzanî pejirandiba Amarîka jî ji ser wan ne direvî, wê Ewrûpa jî arî wan kiribana û Tirkan jî nikarîbûn hespê xwe bê serî li qadê bi bezînin. Ev rêxistin qelsê eksin ji eksê pêde ti emelê wan tuneye.

Em bi hinakan ji wan re nîqaşê dikin em dibêjin,we lingê gelê Kurd kirîye sola teng de! We dost ji Kurd re nehiştin kes nema bi Kurdî diaxivê tev bîşaf bûn asîmîle bûn bes vê xeletyê bikib. Ew çi dibêjin? “Kuro dinya li ser me diaxivê em gelek pêş ketine, li çapemenîyê dinyayê de bahsa me dikin.

Ê kuro rebenno çapemenî bahsa Erekanê jî dikê, bahsa Sumalî jî dikê ma ev pêşketine. Bi gotin û nivîs û hewar û gazî em betillîn bese lo. Wekî Cegerxwîn ku ev ne barê yek du dev jê berde bese lo.

KURDÊ BAKUR JI XWE RAZÎNE.
Xeberekî pêşîyan heye dibêjin, parsekin bi şûr û bi qetekin. Ev Kurdê me ê Bakur jî bi vî karîne. Çi bi serê wan tê dibêjin, em bi serketin,em pêş ketin,dıbé bela dinya ji me fêrî edaletê bibin. Dibê, bela xelk bi me bişêwirin!
Heger gelê me rastîyê bipejirênê em karin biaxivin. Li ser bûyer û mijarên gelê Kurd û Kurdîstan. Lê ku rastîyê nepejirênin ne hewceye ku em serê hevdû bêşînin. Wekî Ahmedê Mahmûdkê em nikarin di dest pêkê de rast û rast eybê we û şermê we bêjin û hinek pihîna li mexin .
Ahmedê Mahmûdkê ji Sûrî hat a Serxetê Ahmed hevalê Cegerxwîn bû î zanebû bi şitexalîyê kesî nikarîbûyê. Hate Nisêbînê û çû Dalînê li nav gel geriha li wan nerî ku çi aqil kerin, lê newêrabû bêjê wan bê hûn hevalê kerê ne ku, hinek ji van ahmeqa wê mi bı kujin got: “Kuro bavê min xwe dikê hevalê kerê, bi kerê re diştexilê,dibê we ker av da, we ker êm kir, we ker hewand, sibeha radibê didê dûv kerê dibê ço şoş bi kerê re diaxivê.
Dalînya digotin: “Wey kuro Ahmedê sertazî dibê bavê min hevalê Kerê ye! Ew sofî mofî tev bişaşik bûn Ahmed tiştik ne dida serê xwe, digotnê Ahmedê sertazî. Çend rokek qedîya hin bihin kedî bûn Ahmed got: “Kuro hûn hemî hevalê kerê ne, lê min newêrabû raste rast ji we re bêjim hûn hevalê kerê ne, min ku hinek ji van şivana wê mi bi kujin, lê hema bavê min mi nakujê min pêşî gote bavê xwe.
Ev gelê me î Kurd nîvî jê, ne hemî peşek jê hevalê şeytênin û beşek jî hevalê kerê ne. Wekî wî melayê Kiziltepe got: “Wexta ku mere ker bê ê ku li mere siwarbin pirin. Ev beşa ku hevalê şeytênin li wê beşa hevalê keran siwar dibin û lingê xwe li wan dihejînin, û tûjik di bişta sutûwê wan dirakin îca dibê zit zit, zîtzît û zîtirka tavêjin.
Ev gelê Kurd ji netewê fêm nakin nizanin netew çiye, meznê wan Elawîne, Elawîyê Kemalîstin. Ew Elawî ji ji wan re dibêjin, emê demokratîk sosyalîzmê çêkin her kes wekî heve, kes heqê kesî naxwe û wê bibê cennet. Dibêjin ev dîn jî ji mere bûye astenk xelk me bi vî dînî dixapênin, emê vî dînî jî ji holê rakin herkes wê bighê heqê xwe û netew jî nelazimin, netew ew gerîcîlike netew nepêwîste û ziman jî wexta aşîtî hebê kîjan ziman bê ferq nakê! Yekî Kurd nabêjin lawo ev sed sale ku em bi zor û asak a bi zimanê we diaxivin hema hûn dih roja bi zimanê me biaxivin, heger qebûl kirin xwa raste ew tiştê ku dibêjin rastin.
Di Rojhilata navîn de gelek qewm hebûn dijîn. Hinekan ji wan netewan bi hezar salan Împeretorî çêkiribûn, hinekan li temamê dinyayê desthilatdarî dikirin. Wekî Sumer û Babîllî,Asur, Gutî Aqad Hurî, Mîtanî, vesaîre…
Bi Piranî winda bûn neman bo çî? Temama bi hevdûran şer û ceng dikirin hevdû qelandin sebebê wê çi bûn gelo? Ji bonî Çar tiştan şer dikirin û îro jî şer û ceng li ser çar 4 xala şer tê kirin. Ev herçar xal çine? 1 Ji bo kursî û desthilatdarî. 2 Temakarî kuştin û talan kirin mal û mulkê hev zeft bikin. 3 Ji bonî ziman û kultur jev fêm nakin her kes zimanê xwe kultura xwe diecibênê. 4 Li ser olê bahwerîyê kes dînê kesî na pejirênê. Li ser va herçar xala li hev dixin hevdû qir dikin.
Lê ê me Kurda ji van her çar xala sisê dinav wan de nîne. Dibêjin ev netew fikrekî xelete ev bi şûndemayîye, em netewê naxwazin. Dibêjin, ev ziman û kultur kîjan bê ferq nakê ku aşîtî hebê biratiya gela hebê ziman kîjan bê ferq nakê. Dibêjin ev dîn li pêşya me astengeke mezine nahêlê ku em pêşkevin emê vî dînî ji holê rakin! Ma çi? Ma hin temayî malê xelkê, ê keko ew nikarin malê Tirka ji wan bistînin, heger ev çend dewlemendê welatê me Kurda hene malê wan ji wan bistînin ev jî tiştekî beleçewtîye.
Ev ji ber çi bi vê riya çewt de dimeşin? Mezinê wan Elawîne Elawîyê Kemalîstin, ew Kemalîstê bav û kal û ejdadê me hemî qetil kirin, cî û warê me tev wêran kirin, ê man sergom û zîndan kirin. Îro çêlîkê wan qatilê me bûne mezinê me, ka divê bifikirin.
Ma di dinyayê de qewmin bê dîn hene? Kesatî başqe, bi qewmîtî bê ol nînin. Di dinyayê de ew gelê ku bê ziman û bê erdnîgerîn û bê kultur ma karin bêjin em jî netewin dewa qewmîtê bikin, na. Ew gelê ku bêjin em hene em netewe kin pêşî pêwîstîya wan bi zimanekî heye û bi xerîtekê nexşîyekê heye û Kulturekê heye ku ev hersê nebin nikarin bêjin em netewin, em ulusun.
Kurda gotin. “Heqê jina, heqê jina kirin ku jin tevan bûne edû qewm, tevî bi Tirkî bi zarokên xwe re diaxivin zarwê xwe hemî kirin Tirk. Piştî çend salî din ew zarok wê bine Romî û êrîşî Kurda kin û wê Kurda kujin.
Osman öcalan di war tîvî axivî got: “Gerek Erdoxan mûkafeteke mezin bidê Mustefa Karasu û Dûran Kalkan. Sipîker ku, bo çî? Ewî got, gelê Kurd tev kirne Tirk! Sipîker got, ma eslê wî Mustafa ne Kurd e? Osman got: “Belê eslê wî Kurd e Elawîye lê Tirkekî Ji Tirka Tirk tire, xortê ku ji Roj Hilat û ji Rojava dihatin teslîmî va herdûwan dîkirin di du mihande dikirne Tirk wekî bibil bi Tirkî diaxivîn!
Ev herdû dijmin ê xedar ku birihetî koka me ditefênin. Dijmin bûne rêberê me û mielmê zarokê me peşekî didine kuştin û beşekî jî dikine Tirk. Hey hewara ka ez gilyê xwe li kû bikim? Tevî kerr û lal bûne şelekorî bûne vî derdî ji kê re bêjim, ji kê re vejenim û bibilînim?

22.12.2018

Back to top button