Polîtîk

Deklarasyona PAKê û TDK-TEVGERê Di Derbarê Hilbijartinên Parlamento û Serokkomarîya Dewleta Tirkîyeyê!

Di 14ê Gulana 2023yê de,li Tirkîye û li Bakurê Kurdistanê, dê hilbijartinên parlamento û serokkomarîya Dewleta Tirkîyeyêbê li darxistin.

Hilbijartinên 14ê Gulanê, di demeke ku hîna birînên erdheja 6ê sibata 2023yê nehatine kewandin, têne li dar xistin.Dewleta Tirkîyeyê di vê erdhejê de, bi hemû dem û dezgehên xwe ve, di binê kavilên erdhejê de maye. Encamên erdheja 6ê sibatê, di eslê xwe deberhem û nîşana hişmendî û sîstema pûç ya Dewleta Tirkîyeyê ye; qetlîameke ku failê wê desthilatdarîya Hikûmeta AK Partîyê û hemû dezgehên Dewleta Tirkîyeyê ye.Lê belê, Serokkomarê Tirkîyeyê, desthilatdarîya Hikûmeta AK Partîyê û dezgehên bingehîn ên Dewleta Tirkîyeyê weke ku tu tiştek nebûbe, weke ku tu berpirsyarîya wan di vê qetlîama erdhejê da tunebe,tevdigerin.

Du sebebên esasî hene ku ev desthilatdarîya dewleta Tirkîyeyê bi vî rengî bê tirs û bê xem tevbigere. Sebeba yekem ewe ku li Tirkîyeyê di nava gelê Tirk de hêzeke xurt, girseyî û bi rêxistinî tuneye ku bikaribe li mafên xwe xwedî derkeve; daxwaza azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û jîyaneke mirovane bike. Sebeba duyem jî hejarîya rêxistinî ya li ser xetek neteweyî, demokratîk û kurdistanî û bêtifaqîya kurdan e. Mixabin li Bakurê Kurdistanê, teva hemû bedelên giran yên hatine dayin jî tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ji yekgirtinek siyasî û rêxistinî û hevkarîyek neteweyî û kurdistanî bêpare; heta li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd û kurdistanîyan dahî ne xwedîyê hevkarî, yekitî û bereyek berfirehe.

Ev herdu sebebên bingehîn, li gel konjonktura sîyasî, aborî ya Rojhilata Navîn û cîhanê, keys û derfetê dide rayedarên Dewleta Tirkîyeyê ku di warê vê karesata mezin ya erdhejê, qeyrana aborî, mafên mirovî, azadî, demokrasî û edaletê de û herweha di warê mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk û kulturî de ewqas bê xem be; xwe nede ber tu guherandin û çareserîya van pirs û pirsgirêkan.

Ev bêrêxistinbûn û li mafên xwe xwedînederketina gelê Tirk û bêtifaqîya kurdan, weha dike ku partîyên mixalefetê yên Dewleta Tirkyeyê jî bi awakî bêminetî tevbigerin. Ew jî behsa mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk, kulturî û heta mafên perwerdeya bi zimanê kurdî nakin.

Bi kurtayî îro li Turkîyeyê, hem desthilatdarîya AKPyê û hem jî muxalefeta heye, ji bernameyek ku mafên bingehîn yên gelên Tirkîyeyê û nemaze mafên miletê Kurd û pêkhateyan li gor pîvanên hiqûqa gerdûnî û mafên mirov diparêze, bêpar in.

Tifaqa Cimhûr jî, Tifaqa Milet jî hebûna miletê Kurd û mafê miletê Kurd yên ji miletbûnê tê, nexistine bernameyên xwe!

Rewşa desthilatdarîya hukûmet û muxalefetê diyar dike ku piştî 14ê Gulanê jî, ji bo miletê Kurd û pêkhateyan, tu guherînên bingehîn pêk neyên. Hukûmet, serokkomarî û muxalefeta heye, hebûn û berdewamîya dewleta Tirk ya li ser bingehê dagirkerî, nîjadperestî, înkar û asîmîlasyona miletê Kurd û pêkhateyan hatiye ava kirin, diparêzin.

Ew li ser paradîgmaya “yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al û yek zimanî“ û parastina vê struktur û sîstema dewleta Tirk misoger in. Ew ji guherînên bingehîn re ne amade ne. Desthilatdarî, hukûmet û muxalefet jî, di warêneguherandina her çar xalên Qanûna Bingehîn yên neguherbar de,ku hebûna miletê Kurd, zimanê kurdî, hemû mafên neteweyî, demokratîk û kolektîf yên miletê Kurd û kurdistanîyan qedexe dikin, xwedî eynîraman û helwestê ne.

Tifaqa Milet jî û Tifaqa Cimhûr jî di deklerasyonên xwe yên hilbijartinan de, mafê miletê Kurd yên herî xwezayî yên weke nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê bi nasnameya xwe rêxistinîyê, behs nekirine û neanîne zimên. Teva ku Tifaqa Milet dibêje ‘’emê pirsa Kurd li parlamentoyê çareser bikin’’ jîbêyî çend gotinên glover, ji bo pênasekirin û çareserkirina pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, heta niha tu bername pêşkêş nekirine.Bêgûman, hinek gavên ku Tifaqa Milet dixwaze bavêje, hata radeyekê belkî bikaribe vê zexta li ser civatê heye, hinekî kêm bike. Lê, bernameya wan ya di derbarê azadî û demokrasîya li Tirkîyeyê jî, bi gelek qeyd û şerdan ve hatîye girêdan û ev jî rê li ber pîvanên gerdûnî yên azadî û demokrasîyê digre.

Bi van bername û helwestên xwe diyar dibe ku herdu tifaq jî di mijara çareserkirina pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de ne xwedîyê cudahîyên bingehînin. Herdû îtifaq jîli ser parastin û berdewamîya siyaseta degirkerî û statukoparistina dewletê,hemfikir in.

Tifaqa Ked û Azadîyê û Partîya Çep ya Kesk jî di deklerasyonên xwe de dibêjin ku ‘’emê pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin’’.Lê mixabin wan jî di deklarasyon û bernameya xwe ya hilbijartinê de, di derbarê pênasekirin û çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de û ji bo daxwazên acîl yên kurdan, ji xeynî çend gotinên gilover, tu tiştekî berbiçav dest nîşan nekirine;ew di vî warî re rewşê şolî dikin û siyasetek li ser esasê tirkîyeyîtî didin pêş.

Çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê

Pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsek neteweyî û niştîmanîye. Di esasê xwe de; pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd e, pirsa azadîyê,  avakirina desthilatdarî û civateke demokratîk û dadwerîyê ye. Bêgûman di warê çarenûsa miletê Kurd û Kurdistanê de,biryara dawî ya gelên Kurdistanê ye. Ango; di şert û mercên azad de û bi îradeya xwe ya azad, tenê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê dikarin li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin.

Di encamê de, ev pirs û pirsgirêk bi desthilata Dewleta Tirkîyeyê û nûnerên gelê Kurdistanê, bi çavdêrîya dewletên cîhanê, bi guftûgo û muzakereyên herdu alîyan û li ser “Maseya Grover” dikare bê çareser kirin.

Li Bakurê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên miletê Kurd û kurdistanîyan, bi kîjan formên dewletê ango federal, konfederal ya jî serbixwe dibe bila bibe, em dê hewl bidin ku sazûman û sîstemeke demokratîk ya ku xwe bispêre prensîpû rêbazên azadî, wekhevî, parvekirina adîl ava bikin. Armanca me, divê avakirina sîstem û civatek demokratîk be ku hemû beşên civatê bi awakî, azad û bextewar tê de bijîn. Di vê sîstem û civata demokratîk de, armanca sereke hemû çîn, dîn, etnîk, mezheb, bawerî û zimanên cuda bi hevdû re di nav aştî, azadî, parvekirinek dadwerî û aramîyê de bijîn.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê da emê li gorî rêbazênkurdistanî û li gorî berjewendîyên gelê xwe helwestê bigrin

Di hilbijartinên 14ê gulana 2023yê de, li gel parastina mafê çarenûsîya miletê Kurd, ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û kurdistanê xweş bibe, divê em daxwazên acîl yên miletê Kurd derxînin pêş û têxin rojeva siyasî ya hilbijartinê.

Di van şerd û mercên îro de, em daxwazên acîl yên miletê Kurd bi kurtayî weha pênase dikin: Divê nasnameya miletê Kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî bi herdu zaravayên xwe kurmancî û zazakî bê qebûl kirin, zimanê kurdî jî li gel zimanê tirkî bibe zimanê  fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber partî, dezgeh  û rêxistinên bi navê Kurdistanê bêne ava kirin ji holê rabin. Divê navê gund, bajar û navçeyênkurdî yên ku hatine guherandin, weke navên berê bêne vegerandin. Divê azadîya ramanî û birêxistinbûyînê li gorî hiqûqa gerdûnî bêne bicîh anîn.Divê dewleta Tirkîyeyê şerdên wan peymanên navnetewî yên îmze kirîye, pêk bîne.

Divê van daxwazên acîl yên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn û hemû qanûnên peywendîdar yên dewleta Tirkîyeyê de bêne bicîh kirin.Ji bo pêkanîna van daxwazên acîl, divê em xebatên cihêreng û berfireh yên hevbeş bimeşînin.

Divê em hewl bidin ku pêwendîyan bi partî, rêxistin û dezgehên sivîl yên Tirkîyeyê jî deynin ku em bikaribin di derheqê daxwazên acîl de piştgirîyek berfireh bigrin;herweha raya giştî ya Tirkîyeyê jî tê bigihêjin ku heta rê li ber çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê venebe, dê li Tirkîyeyê jî derfetênavakirina azadî û demokrasîyek rasteqînî neyên holê.

Em ê bi tu partîyan retifaqa hilbijartinê nekin, lê em ê dengên xwe bidin HAK-PARê

Em wek TDK-TEVGER û PAK  biawakî fermî  nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û di vê wexta teng da alternatîfa namzedên serbixwe jî ne di rojevê de ye.

Emê bi tu partîyan ra jî  nekevin nav tu hevkarî yan jî tifaqên hilbijartinan.

Di nav partîyên ku beşdarî hilbijartinan dibin, wek bername û daxwazên ku di deklarasyona xwe ya hilbijartnê da nîşan dane, em HAK-PARê nêzî xwe dibînin.

Cîhê mixabinîyê ye ku, HAK-PARê di van 8 salên dawîn de, ji xeynî çend îstîsneyan, xwe ji hevkarî û xebatên hevbeş yên bi partîyên kurdistanî redûr xistîye.Pêşniyarîya PAK û TDK-TEVGERêyaku “em pêşî hevkarîyek neteweyî, demokratîk û kurdistanî ava bikin; helwest û hevkarîya hilbijartinê jî weke beşekî xebata vê hevkarîya millî û demokratîk binirxînin”, HAK-PARê bê bersîv hiştîye. Di encamnameya civîna Meclîsa Partîyê ya  HAK-PARê ya 1ê nîsana 2023yê de, qetbehsa vê mijara ku bi partîyên Kurdistanî re avakirina îtifaqa hilbijartinê nehatîye kirin.

Ji  ber van sedemên esasî yên ku em li jorê diyar dikin, em dê bi HAK-PARê rejî tifaqek hilbijartinê pêk neînin.Lê belê Rêzdar Duzgun Kaplan Serokê Giştî yê HAK-PARê di 4ê nîsana 2023yê de ji PAKê û TDK-TEVGERê ra nameyek şand. Di vê nameyê de,rêzdar Duzgun Kaplan diyar dike ku “hema piştî hilbijartinan ji boavakirina hevkarîyeke milî û demokratîk HAK PAR ji bo hevdîtinan amadeyeû di vî warî de çi bikeve ser milên wanwê bi cih bînin”. Em weke PAK û TDK-TEVGERê vê nameyê weke helwest û hewldanek erênî dinirxînin; herweha ji bo ku HAK-PAR partîyek kurdî ye û ji bo ku em program û daxwazênwê yên siyasî di nav xeta neteweyî û kurdistanî dibînin;em dê di hilbijartina parlamentoyê ya 14ê gulana 2023yê de dengên xwe bidin HAK-PARê.Em hêvîdar in kuew beyan û helwesta Rêzdar Duzgun Kaplan ya li jor û vê piştgirîya me ya ji bo HAK-PARê, dê piştî hilbijartinan bibe zemîn û destpêka hevkarîyeke milî û demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê.

Di hilbijartinên serokkomarîyê de jî em dê li gorî menfeet û daxwazên meşrû yên acîl ên  miletê Kurd helwestê bigrin û tevbigerin. Kîjan namzed li pêşberî raya giştî bi awayekî zelal û şefaf teahudê bide ku ew dê daxwazên acîl yên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din ên peywendîdar yên Dewleta Tirkîyeyê de bicîh bike, em dê piştgirîya wî bikin.

Tecrubeyên heta îro nîşan dane ku heta Kurd nebin xwedîyê tifaqek neteweyî, weke alîyekî tevnegerin û bi hevbeşî li daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk xwedî dernekevin, bi yek helwestê hêza xwe nîşan nedin, em dê nikaribin tu mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî bidest bixin û destkeftinên xwe biparêzin, Em dê nikaribin tesîrê li ser helwesta van tifaqan û partîyan bikin.Em dê nikaribin tesîrê li ser guhertinên Qanûna Bingehîn bikin û em dê nikaribin sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya dagirker û asîmîlasyonî yadi derbarê miletê Kurdû kurdistanîyan de, biguherînin.

Loma jî li Bakurê Kurdistanê divê ji alîyekî ve ji bo avakirina hevkarî, tifaqek, bereyeke mayende, stratejîk û kurdistanî xebat bê meşandin; ji alîyekî ve jî divê em hewl bidin ku li ser  daxwazên acîl yên miletê Kurd, hêza hemû pêkhateyên Kurdistanê û gelê me yê li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijînbikin yek. Ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, ji bo ji îro ve em wek gelên Kurdistanê û kurdên li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn, mafên xwe yên acîl bidest bixin,divê em weke terefekî tevbigerin.

Yekitî, hevkarî û hevrêzîya partî, rêxistin, tevgerên kurd û kurdistanîyan navnîşana çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê ye!

13.04.2023


Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)

Back to top button