Polîtîk

Dê kurd di referandumê de bêjin erê.

Partiyên kurdî di derbarê referandumê de helwesta xwe dan kifşkirin. Di vê derbarê de serokê KADEP-ê Şerefettin Elçî daxûyaniyek ya xwe de dibêje ku, herkesê wesayetê qebûl nekê divê di referandumê de bêje erê.Werin em di vê referandumê de dersa statukuciya bidin wan û bêjin erê.“

Elçî da xûyakirin ku, wê PKK – BDP, ji bo xelk neçin ser sendoqan wê tedariyê bikin, lê li himber vê yekê jî dê kurd di referandumê de bejin erê. Elçî di berdewambuna daxûyaniya xwe de da kifşkirin ku, eve 30 salin destûra cunta leşkerî di rojevê deye, ji bo berbiçûna demokrasiyê pêwîste ew destur bî guhertin.

Herweha serokê HAK-PAR-ê Bayram Bozyeljî da xûyakirin ku, ev guhertinên hanê bersiva daxwaziyên me nade.Lê rê li çêkirina desturek nûjen vedike.Bozyel berdewambûna daxûyaniya xwe de got: “ Emê di referandumê de bi hemî hêza xwe bêjin erê.Emê ji bo qebulkirina paketê kar bikin. Belki ev gav rê ji bo çêkirina desturek nû veke.

Back to top button