PolîtîkRojev

Dê Kiliçdaroglu serda HDP bike û pişgiriyê bixwaze

Piştî serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek berbijêrê Tifaqa Millet ê serokkomariyê hate destnîçankirin, hevserokê HDPÊ Mithat Sancar daxûyaniyek da û got: Berî her tiştî dixwazim bibêjim ku berbijêriya birêz Kiliçdaroglu li ser xêrê be. Em li bendê ne ku serdana me bike.”

Li ser vê daxûyaniya Sancar serokê fraksiyona CHPê Ozgur Ozel jê bi daxûyaniyekî bersiva daxwaza Mithat Sancar kir û got: “Em spasiya Mîthat Sancar dikin, ev pir bi qîmet e. Berbijêrê serokomariyê dikare serdana hemû partiyên siyasî bike. Ew berpirsiyar e ku serdana hemû partiyên siyasî bike, bi wan re bicive û diyar bike ku ew dê çawa Tirkiyê birêve bibe. Ji ber ku nabe di navbera dengderan û partiyên siyasî de cudakarî were kirin.“

Dema Kiliçdaroglu serdana HDPê bike dixweyê dê HDP tu berbijêra destnîçan neke û wê pişgiriya xwe bide Kiliçdaroglu. Lê gelek faktor hene ku, HDP her demî raya xwe biguhere.

Back to top button