Polîtîk

Dê digel Davutoglu behsa tekoşîna li dijî (terorê) bike

Îro Hişyar Zêbarî wezîrê karên derve yê İraqê serdana Tirkiyê dike. Tê çaverêkirin ku Zêbarî di serdana xwe de digel Ahmed Davutoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê hevdîtinekê saz bike.

Li gor rojnameya Hurriyet a tirkî, rojeva serekî ya civîna Davutoglu digel Zêbarê wê mekanîzma hevahengiya stratejîk di sewyeyeke bala de, di navbera Tirkye, Îraq, herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, çalakiyên PKKê li herêma Kurdistanê (bakûrê Îraqê) û tekoşîna li dijî terorê be. Tirkiye wê ji wezîrê derve yê Îraqê re bêje ku heta çalakiyên PKKê li (bakşrê Îraqê) berdewam bin, dest ji operasyonên xwe yên bo dervey sînor bo ser (bakûrê Îraqê) bernade.

dilgiraniya xwe ya li hemberî hebûna PKKê ya li Bakûrê İraqê dûbare bike. Herwiha wê behsa giringiya mekanîzmeya sê alî ya li gel Amerîka jî bê kirin.
Tê gotin ku Hişyar Zêbarî wê di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de beşdarç merasima vekirina konsolxaneya İraqê ya li Dîlokê jî bibe.

Ev yekemîn serdaba wezîrê derve yê Îraqê ye bo Tirkyeyê piştî parlamentoya tirkî dema operasyonên dervey sînor dirêk kirî.

Back to top button