Polîtîk

Daxuyaniyek balkêş

JI BO RAYAGIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ

Van rojên dawîn, di çapemeniyê de, bi devê hinek kesên ku rengê wan ê siyasî ne diyar e, hin nivîs û daxuyaniyanî hatine belavkirin; goya PDK-Bakur li gor qanûnên dewleta dagîrker Tirkiyê dikeve qada fermî.

Wekî tê zanîn, ji roja damezirandinê heta vê dema me Partiya Demokrat a Kurdistan ji bo azadiya miletê kurd û ji bo rizgariya Kurdistanê têkoşîn daye û niha jî di vê xeba xwe de berdewam e.

Em rayagiştî û çapemeniyê agehdar dikin ku ew nivîs, daxuyanî û hwd. yên di vî warî de bi tu şêweyî PDK-Bakur eleqedar nakin.

Mixabin, saziyeke ragîhandin û çapemeniyê Rûdaw jî cîh dide van nivîs û hevpeyvînên ku mebesta wan belavkirina agehdariyên çewte e ku xisarek mezin dide tevahiya tevgêra netewî.

Em di bîra Rûdaw û hemû saziyên çapemenî û ragîhandinê tînin: Partiyên siyasî ne konên koçeran in ku kî, kengê, li kuderê, li gor kêfa xwe bixwaze, li wir veke!

Serkeftin ji bo miletê kurd!

Şeref û serbilndî ji bo serokê neteweyê kurd Barzanî !

25.11.2013
PDK-Bakur
(Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur)

Back to top button