Polîtîk

Daxuyaniya wezareta pêşmerge li ser PKK û YPG

Emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge di daxuyaniyekê de eşkere dike ku, di şerê kontrolkirina bajarokê Rebîye û êrîşên ser Zumarê de bi tenê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê û fermandariya giştiya hêzên parastina herêma Kurdistanê beşdar bûn û gerîlyên PKKê û şervanên YPG di wan şer û êrîşan de berşdar nebûn.

General Cebar Yawer emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge di daxuyaniya xwe de dibêje ku, li gor zaniyariyên serbaziyên wezareta pêşmerge û odeya operasyonên Mûsil her  du hêzên; gerîlayên PKKê  û şervanên YPGê bi tu awayî beşdarî şerê Rebîye û Zumar nekiriye

Weke tê zanîn duhî hêzên pêşmergeyê Kurdistanê nahiyeya Rebîye ji destê çekdarên terorîstên DAÎŞ rizgar kir û be rbi pêşve diçin.

Back to top button