Polîtîk

Daxuyaniya partiyên kurd

Gelê Kurd, ji damezrandina Komarê vir ve ku li ser axa bav û kalên jîya ye, ji hemû mafên xwe yên mirovî û neteweyî bêpar hatiye hiştin, bi zilm û zordestiyê re rûberû maye, êş û azarên mezin kişandiye. 

Gelê me, li hemberê van polîtîkayên zordar û zilimkar, her car wek mafdar berxwe daye, ji bo hesyeta xwe ya netewî biparêze, bi dilsozî tekoşî ye û di vê rêyê de bedêlên mezin daye.
Bi vê berxwedar û serhildana gelê me û bi bandora kemlandina şert û mercên navnetewî, êdî polîtikayên red û înkarê û hebûna çerxa zilmê, dandora xwe wenda kiriye.

Li gel ev çend êş û rûxandinê dewlet, bi polîtîkayên şîdetê ne gihîştiye tu qonaxê. şik tune ye ku ji aliyê Kurdan ve jî hatiye famkirin ku Pirsa Netewa Kurd, bi şêweyê tûndiyê nayê çareserkirin. 

Qonaxa ku em nuha hatinê, şert û merc ji bo çareserkirina pirsê, bi rêya demokratîk û aştîyane, ji do hêj kêrhatî, şert û mercên hundir û derva jî ji do hêj kemlandî ne.
Ji bo ev şertên kêrhatî bên nirxandin û ji bo çareserî jê istîfade bê kirin,  pêwistiya yekîtiya hêzên Demokratên Netewî yên Gelê Kurd û pêwistiya wan ya bi hev re karkirinê hêj bêtir xwe diyar kiriye.

Ji bo pêwendiyên di navbera Kurdan de şîdet bê redkirin, em partiyên Kurd, binê pêdivîya danîna famberiya pirrengî û pirdengiyê, pejrandina curbecuriyê û rêzgirtina dualiyê xêz dikin  û ji bo çareserî, li ser bingeheke wekheviyê, bi şêweyê aştîyane û demokrat, ji pirsa Kurdî re bê dîtin,

– Ji bo Destûreke Bingehîn a ku nasnameya kurdan binase û mafê kurdan ên xwe bixwe îdarekirinê bixe bin temînatê, bê çêkirin,

-Ji bo ku zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê pejirandin û di warê gelemperî de bi serbestî bê bikaranîn                                                                                

– Ji bo kurd bi nasnameyên xwe yên resen xwe bi rêxistin bikin û bi azadî beşdarî pêvajoya siyasî bibin,

–Ji bo hemû girtî û mehkûmên siyasî serbest bêne berdan,

–  Ji bo navendên mîlîter ên li herêmê bêne belavkirin û cerdevaniya gundan bê rakirin,

–  Ji bo benda hilbijartinê bi tevahî bê rakirin,

– Ji bo sûç û cinayetên derbasbûyî yên ku li himberî gelê kurd pêkhatine bêne eşkerekirin û hisabê wan bê pirsîn, me biryar daye ku hevkariyê bikin û helwesteke hevbeş li dar bixin.

Ji bo ku hêzên neteweyî û demokratik ên kurd nêzikî hev bibin û yekîtiya neteweyî bê li darxistin, partiyên me bala xwe didin girîngiya karên hevbeş ên di pêvajoya hilbijartinan de bê kirin û helwesta ku bê şopandin û diyar dikin ku dê ji bo sazkirina mekanîzmayeke ku hemû cudahiyên civaka kurd bihewîne, hewl bidin. 

             BDP                                  HAK-PAR                 KADEP
Partiya Aştî û Demokrasî        Partiya Maf û Azadiyan       Partiya Beşdar û Demokrasî

Back to top button