Polîtîk

Daxuyaniya insiyatifa yekitiya PDK li Bakur

JI RAYA GİŞTÎ YA KURDİSTANÊ RA

Têkoşîn û çalakiyên me yên li gorî ruhê demê, yên ji bo  navendîkirina hêzên ji bo yekîtiyê, bi taybetî meriv dikare pênasa wê wek  xeta PDK bike, lê bi wateya wêya herî fireh, xeta demokratîk a neteweyî ya Kurdîstanî bê navber didomin. Gava mirov li demê û hewcedariyên demê dinêre, belavbûna xeta demokratîk a neteweyî mîna realîtekeyê li meydanê disekine, pirsgirêka  ku hêz û tevgerên Kurdîstanî yên li dijî kolonyalîzmê nikarin bibin alternatîf, ji ber wê jî giraniya leza têkoşînê û ji ber kêmbûna nîtelîkê wendakirina menzîlan li ber çavan e. Di vê qonaxa têkoşînê de, yekkirina hêzên cûda, dixwazî bila partî be, dixwazî bila rêxistinên bi awayên din bin, siûd û zemîna ku bi hev re tevbigerin yan jî di heman wateyê de, rêxistinbûna di bin banekê de, hewcedariyeke gelek cîdî û heyatî ye.  Bi vê formulê re girêdayî jî, em lê difikirin yên ku nikaribin saziyên xwe yên  têkoşînê yên hevpar ava bikin û xetere û paşguhkirinên ji ber vê bêtifaqiyê pêk tên bibînin, wê van hêzan ber bi hezîmetê ve bibe  û hêza wan bi ber erozyonê bixîne. 

Konjonktor û ûnsûrên demê hatine ba hevdu û vêya wek wezîfeyekê li ser milên siyasetmedar, ronakbîr ûher beş û her çînê bar kiriye. Ji bo ji xeta demokratîk a neteweyî û wek karaktera wê ya sembolîk jî ji tradîsyona PDK, hem di warê ramanî de hem jî di warê rêxistinî û hemû derfetên din de yekîtiyek pêk bê, ji bo hevqebûlkirinên şênber , bi hêvîdayina girseyê û piraniya bêdeng leza me zêde dibe, em hinek din bi hêvî dibin û mezin dibin. Gava em bi rê ketin, me nûkirina paradîgmayê wek têgeheke bingehîn pejirandibû.  Lewra me dizanibû kubi rêbazên kevn û bi aktorên ne aydî vê konjoktorê, em ê nikaribin mudaxeleyî vê roja îroyîn bikin û em ê bi ser nekevin. Em ê niha  hûrgiliyên daxuyaniyê hawaleyî demeke din bikin, lê em niha hemû astengiyên li ber yekîtiyê li dû xwe dihêlin û bi lezûbez rêya xwe didomînin. Em moraleke gelek bilind û hêz û tevgereke mezin dibînin.  

Wek komîsyona yekîtiyê, formul, tespît û wezîfeya me; avahiyeke nû, hişmendiyeke nû û ya herî girîng jî normeke ehleqî ya nû, ev çarçoveya hişmendiyê ya ku me dest nîşan kiriye, ji aliyê realîteya siyasetê ve tê pejirandin. Em bi tewra “ xelaskarê  dema dawîn” derneketin, di vê dema nû ya Kurdan de, di cîhana wan a nû de em bi roleke erênî û avakar derketine meydanê û wek asasê bingehîn tê de cî digrin. Ji ber vê sebebê ye ji aliyê kesên ku eyar û hevkêşiya wan xerabe ve em tên aforoz kirin. Em ji bo postan bi tu hêz, rêxistin û kesan re şer nakin, em hewcedariyên vê têkoşîna birûmet bi cî tînin. Em dizanin û haya me jê heye; her nûjenî û derketin, wek xwezayî û carna jî ji ber ku nayê famkirin rastî xetereyan tê. Lê nifşên paqij ên Kurd ên di bin bandora mezinên Kurd û Kurdistanî de mane, yên ji provokasyon û hîlebaziyan dûr sekinîne, yên çavên wan di serketinên têkoşîna Kurdistanê yên bi nenûkan hatine kolandin de tunene, li sekna me mêze dikin û qewetê didin me. Di meşa xwe de em ders digrin û perwerde dibin.  

Gava em kurterapora vê rêwîtiya mehekê ya dijwar pêşkêş bikin, em dibînin ku hinek komên ku hişmendiya xwe ya malûm û sekna xwe ya di vê manê de neterikandine, di şûna gengeşiyên zanistî û ehleqî de, bi tevlîheviyan û agahiyên xelet dijberiyekê pêk tînin. Ji bo întîbaqa hevpariyeke nû, hilberîner û hêjayiyên rind zehmetiyan dikişînin. Bi şablonên reştarî yên kişandine ser demên borî, dixwazin behsa me bikin. Divê raya giştî gelek baş bizanibe em  hertim li dû gotinên xwe ne ku me di raporên xwe yên çalakiyan de diyar kiribûn ku me mîsyonekê lê bar kiribû, û di heman demê de em dîsa li dû wan gotinane ku  me di civînan de gotibûn û me ew girtibûn bin qeydê. Û em amadene ku her gav vana deşîfre bikin. 

Di civîna 07/02/2015-yan  de ku li Amedê li otêla Tûrîstîkê ji aliyê Komîsyona Yekîtiyê ve hatibû li darxistin, aliyên  TKDP, KADEP  û PDNK amade bûn. TKDP di civînên berê de, gelek pêşniyar anîbûn lê bi awayekî xafil dev ji hemû pêşniyaran berdan û xwestin pêvajoya hevdîtinan sabote bikin. Pêşniyar kirin ku gava hemû alî di bin bana TKDP-yê de bên cem hevdu em ê yekîtiyê erê bikin, bi şertê ku yekîtî di bin bana TKDP-yê de pêk were ew  ê piştgiriyê bidin yekîtiyê. Di vê mijarê de du mêl çêbûn, PDNK-ê beyan kir ku em ji bo vê pêşniyara TKDP-yê amade ne, me ji berê ve ev biryar girtibû, ji ber wê jî em ê îltîhakî nav vê rêxistinê bibin. KADEP-ê jî diyar kir ku ji bo yekîtiyê gava meriv li dora partiyeke nû bicive wê çêtir bibe, ev rêbaz rastir e. Ji ber wê jî ew ê bi TKDP-yê re nebin yek. Me jî wek Komîsyona Yekîtiyê diyar kir ku divê partiyeke nû û di qonaxa yekem de tradîsyona PDK-ê û paşê jî xetên demokratîk ên neteweyî yên li dijî kolonyalîzmê, siyaseteke alternatîf a Kurdîstanî pêk bînin. Heta ev siyaseta alternatîf pek neyê, em nagihîjin armanca xwe, ji ber wê em ê xebatên xwe li ser vê asasê bidomînin. 

Armanca me ya bingehîn ew e ku em parçebûna ku di hişmendiya xeta demokratîk a neteweyî û di doza neteweyî ya Kurdîstanî de çêbûye bi dawî bînin.  Bidestxistina potansiyela ku bikaribe mudaxeleyî rojevê bike û rojevê diyar bike. Avakirina rêxistinbûnê û afirandin atmosfera ku bikarîbî serdestiyê li ser axa xwe bikî. Bi vê armancê em bangî hemû aliyan dikin, dev ji xeyalên vala berdin û li ser tespîtkirina hêzeke Kurdistanî em dîalogan bikin. Em ê di vê wateyê de  li deriyan bixin, em ji xwe bawer in lewra em ji nav alîgiran tên, em dengê alîgiran bi  rêxistin dikin, em rastiyan dîqîrin. Em ê ji xeletiyên xwe jî netirsin, lewra em ê di xeletiyan de israr nekin. Stratejiya me ya bingehîn ev e ku em vê hişmendiyê veguherin ser hêz û dengekî hevpar.

Li ber hemû hewldan û têkiliyên me yên bi niyeteke baş, em ê li hemberî kes û komên ku dixwazin sebeba derketin û hebûna me , bi rêya spekulasyonê provoke bikin, di bingeha agahîdayina raya giştî û xwe nasandinê de, bi rêbazên şaristanî, em ê mafên xwe yên bersivdayinê bi kar bînin. 

Ji niha pê ve em ê berê xwe bidin civîn, panel û daxuyaniyan, em ê herinherêm û ciyên cuda yên Kurdistanê û vê hişmendiyê zexm bikin.  Normên ehleqî yên nû  geş bikin. 

 

KOMİSYONA ÎNSIYATÎFA YEKITIYÊ

Back to top button