PolîtîkRojev

Daxûyaniya Federasyona Civaka Sivil

Piştî lidarxistina kongira damezrandina Fedrasyona Rêxistnên Civaka Sivîl – Kurdistan Sûriya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, fedrasyonê daxuyaniyek derbarê bidawîanîna karê kongir belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku 5 Gulana 2022yan kongira damezrandina Fedrasyona Rêxistinên Civaka Sivîl – Kurdistan Sûriya, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi amadebûna serkirdeyên Partiya Dîmokrata Kurdistanê, Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, cemawerê kurd û endamên rêxistinan, kongir hate lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê di destpêka kongir de hejmarek gotar ji aliyê amadebûyan ve hatin pêşkêşkirin, piştî pêşkêşkirina gotaran desteya rêveberiya fedrasyonê hate hilbijartin.

Wek daxuyaniyê daye diyarkirin, ku piştî damezrandina kongira Fedrasyona Rêxistinên Civaka Sivîl – Kurdistan Sûriya roja 11 Gulana 2022yan wate piştî 6 rojan ji damezandina fedrasyonê, encûmena rêveberiya hilbijartî bi amadebûna hemû endaman, yekem civîn xwe li dar xist û dengdan ji bo helbijartina serokê encûmena rêveberiyê û cîgirên wî hate kirin, Hesen Qasim weke serokê encûmena rêveberiya fedrasyonê hatin helbijaratin, li gel destnîşankirina du cîgiran û piştre pirogram û karê fedrasyonê bi giştî hate gotûbêjkirin.

Back to top button