Polîtîk

Daxuyaniya civîna hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê

Li ser şîreta birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û fermandarê hêzên pêşmergeyê Kudistanê, duhî roja şembiyê 14.06.2014ê li bajarê Hewlêrê, civîenek hevbeş ya leşkerî û hikûmetî di bin serperiştiya birêz Kosret Resûl cîgirê serokê herêma Kurdistanê û cîgirê fermandarê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê û birêz Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi beşdariya hijmareke fermandar û berprisên bala hat saz kirin.

Di civînê de bi hûrgilî behsa vekişîna leşkerê Îraqê ji çend wîlayetên îraqî û herwesa, behsa pirkirina beşek ji wê valahiya ji encamê vekişîna hêzên îraqî li deverê çê bûye ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve, hat behis kirin, ev jî weke hestkirin bi berpirsiyariya niştimanî ji bo parastina aramî, îstîqrar û parastina canê rûniştvanên deverê ji kurd, ereb, tirkmen û mesîhîyan, herwesa digel sune û şîye.  Ew jî ji dilsozîya hêzên pêşmerge ji bo parastina îstîqrara welêt û parastina jiyan û xweşiya hevwelatiyan tê,  û pêşmerge hertim bi timamî hest bi  berpirsiyariyeta niştimanî dike û her bi wî awayî tevdigere.

Civîn, rûniştvanên jêr kontirola pêşmerge de ne dilrehet dike ku, bi hemû awayî îstîqrara deverên wan, jiyan û jiyara wan ya parastî ye û tu metirsî li ser wan nîne û pêşmerge bi dilsozî dê wan biparêz e.

Beşdarên civînê dilgiraniya xwe li hember ew rewşa bi ser Îraqê de hatiye diyar kir. Di heman demê de ew reşa nexwestek, bi piraktîkî rastiya dîtinên serokatiya herêma Kurdistanê bo hemû berpirs û xelkê Îraqê çespand ku, Îraq bi tenê bi cîbicîkirina destûr û pirensîpên tewafiqê dikare bê îdare kirin ku, tê de hemû pêkhatên Îraqê hest bi hindê bikin ku, hemû di îdarekirin û biryarên Îraqê de beşdar in. Serokatiya kurd, gelek caran hişdarî da li dirustbûna rewşke weke îro heye, lê mixabin, hindek aliyan hest bi wê metirsiyê nekir.

Di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, hêzên pêşmerge di haletê bergiriyê de ye û bi tu awayî neketiye di haletê êrîşkirinê de û naxwaze tu aloziyan li sengerên pêşiyê dirust bike. Civînê tekîd kir ku, çareserîya wê rewşê bi tenê dikare bi çareseriyek siyasî be,  bi çareseriye leşkerî û dûr ji tewafiqa siyasî çênabe, ji ber hindê em careke din tekîd dikin ku, bidirustbûna tewafiqa navbera şîye, sune, kurd û pêkhatên din yên îraqî, îstîqrar û pêşkeftin bo Îraqê vedigere.

Civînê behsa wê yekê jî kir ku, kurd bi xwe qurbanênê terorê û reşkujiyê bûye, ji ber hindê bi timamî hest bi berpirsiyariya navdewletî bo dirustkirina îstîqrê û bi çalakî beşdarîkirin di çespandina ewlehiya cîhanî de dike.

Ji bona çavdêrîkirin û karkirina bi cidî û hevbeş di vê rewşê de civînê biryar da:

1- Dirustkirina odeyeke operasiyonên emnî û serbazî a bala li herêma Kurdistanê ku, li gor qanûnên herêma Kurdistanê û bi hevbeşî digel saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê serperiştiya gişt çalakiyên serbazî û emnî bike. Herweha pêkanîna çend odeyek bi awayekî demkî li deverên cuda ku, hemû li ser bingehê hevdengî û hevahengiya gişt pêkhatên gelê Kurdistanê kar bikin.

2- Civînê biryar da bi tenê ferîq Cebar Yawer peyvdarê fermiyê fermandariya giştiya hêzên parastina herêma Kurdistanê, dikare bi fermî li ser bûyerên serbazî û tevgerên serbazîyên hêza pêşmergeyê Kurdistanê daxuyaniyan bide.

Civînê tekîd li ser van xalên li jêr kir:

1- Ew malbatên ji Mûsil û bajarên din ber bi herêma Kudistanê ve hatine, ew xwîşk û birayên me ne. Yaku ji destê me hatî me bo wan kiriye û dê li ser alîkarîkirina wan berdewam bin. Herwesa, daxwazê ji xelkê mirovdostê herêma Kurdistanê dikin ku, bi hemû awayî di çaçrçoveya rênîşanderên emnî û îdarî de, hevkariya wan malbatan bikin.

2- Daxwazê ji civaka navdewletî dikîn ku, bi hemû rêyan alîkariya xelk û  malbatên mal û bajarên xwe bi cî hiştine û ber bi herêma Kurdistanê ve hatine bikin û di alîkarîkirina wan malbatên lêqewimî de hevkariyê bi hikûmeta herêma Kurdistanê re bikin.

Hewlêr
14.06.2014


Back to top button