CîhanDosya

Davos: Kurdistan û Japonya

Tevî beşdarîkirin di panela Donald Trump serokê Amerîkayê di sêyem roja Korbenda Aboriya Cîhanê de ku Trump di wê panelê de behsa siyaset û visyona xwe û îdareya Amerîkayê li ser aborî, kar, sermayerazandin û têkeliyên Amerîkayê bi cîhanê re kir, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja înê 26.01.2018ê li Davosê, digel şêwermendê Serowkezîrê Japonê ku di heman demê de serokê şandeya Japonê bo konferensa Davosê ye, civiya û behsa têkeliyên navbera Kurdistan û Japonê û pêşxistina wan têkeliyan kir.Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve amade bûn,  behsa rewşa koçber û paneberên li Herêma Kurdistanê hatine hewandin hat kirin û di vê çarçoveyê de rola hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin û hewandina koçber û penaberên destê teroroê û pêşkeşkirina xizmetgozariyan bi wan, bilind hat nirxandin.Şêwermendê Serokwezîrê Japonê tekîd li ser piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya pirogramên alîkarîkirina Îraqê û geşepêdana têkeliyan di warên cuda de, bi taybetî di wan waran de ku Herêma Kurdistanê bikaribe sud û mifa ji şarezayî û pisporiya Japonê werbigire, kir.Nêçîrvan Barzanî bi navê gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya piştevanî û alîkariyên gel û hikûmeta Japonê bo Herêma Kurdistanê kir û ji şandeya Japonê re behsa prosesa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Îraqê kir.Behsa konferensa avadankirina Îraqê ku biryare li Kwêtê bê saz kirin hat kirin û Serokwezîrê Kurdistanê bi giringî zanî ku Herêma Kurdistanê beşdariyê di wê konferensê de bike û pişka Herêma Kurdistanê ji pirojeyên wê konferensê bê dabîn kirin.Hilbijartinên bên yên Îraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsên din yên girêdayî deverê mijarên din yên civîna navbera Kurdistan û Japonê bûn. 

Back to top button