Cîhan

Danmark parlamenterên kurd bi du milyon dolara ceza dike.

Li gor nûçeyeke rojnamya Ekstra Bladet ya danmarkî ku di roja 15.10.2010ê de weşandiye, daîreya bacê li Danmarkayê şeş kurd û îraqî bi 10 miliyok kironên danmarkî (2 miliyon dolarên amerêkî) cezak kirine.

Li gor rojnameya navborî, wan şeş kesan ku mafê rûniştinê li Danmarkaîê heye, wan li Danmarkayê xwe li ser zaniyariyên şaş xwe teqawîd kiriye û li Kurdistan û Îraqê jî normal kar kiriye û ji Danmarkayê jî berdewam meaşê xwe yê teqawidiyê sitandiye.

Ji wan şeş kesan, çar jî kurd in:

1- Belên Ebdula Mehmûd, endamê dewra berê yê parlamentoya Kurdistanê.
2- Telet Xidir, endamê dewra berê yê parlamnetoya Kurdistanê.
3- Fuad Çelebî, li Kurdistanê general e û kadiroyekê pêşketiyê YNKê ye.
4- Samiye Feylî, endma dewreya berê ya parlamentiya Îraqê li ser lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî.

Ew du kesên din xwe winda kiriye.

Li gor rojnameya danmarkî ji bilî cezakirina wan kesan bo paşdezivrandina pereyê ji danmarkayê wergirtî, di vê ew 10 miliyon kironan ceza bidin û herwesa emrê girtina wan jî hatiye dan, ji ber ku li gor daîreya bacê ya danmarkî wan kesan qanûn bin pê kiriye û xwe ji dana bacê vedizye.

Nûçe bi danmarkî li jêre, veke!

http://ekstrabladet.dk/nyheder/samfund/article1431907.ece

 

 

Back to top button