Cîhan

Danîmarka qedexebûna Roj tv xwest

Danîmarka ji bo qedexekirina Roj tv  gavekî berbiçav avêt.Dadgerên Danîmarkî di derheqa Roj tv yê de ji ber  ku di weşanên xwe de propagandayê PKK dike,  lêpersînek hate vekirin.

Li gor nûçeyên ajansa Associated Pressê Dozgerê Mezin ya Danîmarkayê Jörgen Sten Sörensen daxuyakir ku Roj tv  piştgiriya çalakiyên PKKê dike.

 
Roj tv ruxseta xwe ya weşanî ji Danîmarka girtiye lê li vî welatê ne xwedî studyoyêkiye.

Wekî tê zanin Rojnameya Berlingske Tidende  têkîliyên di navbera Roj tv û PKK bi awayekî delîl ispatkir û pişt re jî Dozgerên Danîmarkî jî lêkolîna xwe ya li ser vê îddayê meşandin.

Di destê rojnameyê de qasedên deng hebû û ew dengana jî balav kirîbû.. Di meha Pûşpera ( Hezîran ) 2008ê de milîtanek bi navê kod ‘’Hamza’’ Abdullah Şen , Berpirsyarê Berê ya Roj tv Manuşehr Zonooziyê bi rêya telefonê  li ser talîmata Abdullah Ocalan gef dida û ew qased di destê dozgerên Danîmarkayiyê de ye.

Back to top button