Polîtîk

Damezrandina xwe îlan kir

Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD) li Diyarbekirê nûsîngeha xwe vekir û damezrandina xwe îlan kir. Berdevkê LKD’yê Sertaç Bucak got, “Em dixwazin li welatê xwe bibin desthilat.”

Li navçeya Yenişehira Diyarbekirê, îro saet 13.00’ê, tevgerekî bi navê Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD) damezrandina xwe îlan kir. Rêveberên TEVKURD’ê di serî de, gelek kesên navdar ên gelek aliyan beşdarî vebûna nûsîngehê bûn.

Berdevkê LKD’yê Sertaç Bucak, ji komekî rojnamegeran re armanca damezrandina xwe vegot. Bucak got, Kurd dixwazin li erdnîgariya ku lê dijîn bibin desthilat û domand, “Statuya ku bo gelê kurd rewa hatiye dîtin, bêheq û bêhiqûqî ye. Pêwîstiya rêxistinkariyek ku mafên kollektîf ên gelê me esas girtiye, di nava welatê xwe de desthilatbûnê kiriye armanc û li gorî vê, bernameyekî siyasî, aborî, civakî û kulturî daniye pêşiya xwe heye.”

Bucak got, “Em dixwazin tevgerek ku, têkoşîna xwe di warê rewa û nava zelaliyê de dimeşine û bikaranîna tundiyê red dike ava bikin. Bo normalbûna siyasetê divê miheqeq siyaset ji tundiyê bête paqijkirin. Têkoşîna demokratîk, ji nû ve fikrên ku pêdiviya kurdan pê hene wê biafirîne û sazî û nirxên ku dejenere bûne bîne ser xwe.”

Bucak got, ew hemberî nirxên kevneşopiyê yên gel rêzdar in û dixwazin hemû aliyan di xeteke berfireh a neteweyî û demokratîk de bînin ba hev. Bucak got ew pişgiriyê didin hemû gavên ku demokrasî û azadiyan bigihînin asta cîhanî û di vî warî de piştgiriyê didin destkeftên ku li Herêma Kurdistanê hatine afirandin.

Li ser pirsa “Di armanca we de damezrandina partî heye?” jî Bucak got, “ Di demê pêş de, em dixwazin partiyek ku gelek aliyan di xetek de kom dike damezrînin.”

Ji karbidestê LKD’yê Tahsin Sever ku, dibêje ew ji kevneşopiya siyaseta neteweyî tê ji AKnewsê re wiha got:

“Kurd xelq e û mafên wan ên neteweyî hene. Ev maf ên kolektîf in. Mafên take kesî kêşeya Kurdistanê çareser nake. Siyaseta ku niha li Kurdistanê ye mafê kurdan temsîl nake. Di formule kirina mafên kurdan de problem heye. Hemû gelên cihanî çawa ev pirsa xwe çareser kiriye, em jî dixwazin wiha çareser bikin. Em xelq in û li ser erdnîgariya xwe dixwazin xwe îdare bikin. Bo gihaştina vê armancê me tevgereke siyasî daye destpêkirin û hêvîdarim ku em ê serkevin.”

(aknews)

Back to top button