Civak

DAIŞ xwe rêxistin dike û metirsî li ser navçeyên Kurdistanê heye

Terorîstên  DAIŞê dîsa li çend navçeyên Iraqê serî hildaye, berpirsek ji Wezareta Pêşmerge jî zanyariyan dide ku niha DAIŞ xwe rêxistin dike û gef û metirsî ye li ser çend navçeyên Kurdistanî yên di bin destê hêzên Iraqê de.Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ji KDP.info re ragihand: “DAIŞ derfetê ji wê valahiya ewlehî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de dibîne. Em ji aliyê Hêzên Pêşmegre ve ha ji tevgera wan terorîstan hene û em bi hûrî çavdêriya tevgera wan dikin. Lê em venaşêrin ku çekdarên DAIŞê derfetê wan cihan dibînin, ku dikevin navbera Hêzên Pêşmegre û hêzên Iraqî, ku bi hêsanî di wan navçeyan re diçin û tên û çalakiyan dikin. Mixabin roj bi roj çalakiyên wan zêdetir dibin û geş dibin.”Lîwa Qareman wiha got: “Çalakiyên wan terorîstan niha danîna bombe û êrîşa ser gundan. Bi taybetî em agahdarî navçeyên Kurdistanî ne. Lewma jî em dibîjin, heta ew navçeya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de vala bimîne, dê roj bi roj rewşa ewlehî li navçeyên Kurdistanî aloztir bibe, ji ber ku hêzên Iraqê nikarin sînorê xwe kontrol bikin, û wek hûn dizanin hikûmeta Iraqê nahêle Hêzên Pêşmegre biçin wan sînoran. Lewma jî niha metirsiyeke mezin li ser hinek navçeyên Kurdistanî heye ku bikevin bin destê DAIŞê de ji ber ku hêj hejmareke mezin ji terorîstên DAIŞê li Iraqê mane.

Back to top button