Polîtîk

DAÎŞ metirsiyeke li ser dîroka cîhanê

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî têkdana Muzeya Musilê ji aliyê DAÎŞê ve şermezar dike û dibêje, DAÎŞ tehdîdeke li ser dîrok û medeniyeta hemû cîhanê.

Serokwezîrê Kurdistanê daxuyaniyek ragihand û da xuyakirin ku ew gelek xemgîn bûye û dibêje: Rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi awayekî hovane ew peyker û şûnwarên dîrokî têk daye.

Barzanî daxuyaniya xwe de dibêje: “DAIŞ careke din nîşan da ku ew ne tenê li dijî mirovane, lê li dijî hemû mîrat û bihayên mirovatî û şaristaniya gelan e.

Herweha Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji rêxistina UNISCO û hemû welatên navçeyê dike ku rê li ber derketina wan şûnwaran bigirin ku DAIŞê berî wêrankirina mûzeya, ew ji mûzeyê dizî ne.

Back to top button