Civak

DAIŞ li Mexmûrê bûye metirsiyeke mezin

Berpirsê Şaxa PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah dibêje, roj bi roj tevgera DAIŞê li sînorê Mexmûrê zêdetir dibe û DAIŞê bûye metirsiyeke mezin li ser xelkê navçeyê, ku berdewam karên terorîstî dikin.

Kirmanc Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Berê DAIŞ li cihekî diyarkirî hebû û tevgera wan li wî cihî bû, lê niha tevgera wan zêde bûye û ne li cihekî bi tenê ne, ji ber ku valahiyeke ewlehî li cem hêzên Iraqê heye, ku navçeyên Kurdistanî di bin destê wan de ne û nikarin wan navçeyan biparêzin, lewma jî niha tevgera DAIŞê li gelek cihan heye û bûye metirsiyeke mezin.”

Ebdulah wiha got: “Li sînorê Çiyayê Qereçox tevgera DAIŞê kêm e, lê li aliyê Mexmûr û heta Şeregat û Rûmadî ku di bin destê hêzên Iraqê de ne, tevgera wan pir zêde ye û berdewam karên terorîstî dikin, ku bi şev û roj diçin û tên. Careke din wan terorîstan xwe rêk xistine û endamên wan ên veşartî berdewam tevgerê dikin.”

Wî berpirsê PDKê li Mexmûrê wiha domand: “DAIŞ taktîka xwe guhertiye û li her cihekî bixwazin êrîş bikin ser, diçin wir û êrîş dikin û ziyanê dighînin wî cihî û piştre vedgerin cihê xwe. Lewma jî bûne metirsiyeke mezin li ser xelkê navçeyê. Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî tenê bi roj dadikevin ser cadan, bi şev jî dikevin destê DAIŞê de.”

Fermandarekî Pêşmerge jî ji eniya Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevgera DAIŞê em bi çavê xwe dibînin, ku gelekî zêde bûye û berdewam karên terorîstî dikin, lewma jî xelk ditirsin ku careke din DAIŞ vegere û destê xwe deyne ser navçe û deveran û ew jî koçber bibin, ji ber ku hêzên Iraqê nikarin wan biparêzin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û xwe baş amade kirine ji her egerekê re, ji ber ku ew tevgera DAIŞê pir metirsîdar e.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge, Lîwa Salar Cebarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e, bilez ev rewş bê çareserkirin û eger gav neyên avêtin, dê rewş xerabtir bide û hejmara wan terorsîtan zêdetir bibe. Çareserî ew e ku hevahengî di navbera hemû hêzan de hebe û Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya wê hevahengiyê bike, eger ev yek neyê kirin dê rewş pir zehmetir bibe.”

Cebarî wiha got: “Hevpeyman jî haya wan ji tevgera DAIŞê heye û çend caran li sînorê Qeraçox li wan dan û ew jî hest bi metirsiya DAIŞê dikin. Lê me jî sînorê xwe baş qayim kiriye, û DAIŞ zêdetir li wan navçeyan e ku di bin destê hêzên Iraqê de ne, lewma jî çûna Hêzên Pêşmerge bo wan navçeyên Kurdistanî pir girîng e, ku hêzên hevbeş wan navçeyan biparêzin.”

 

Back to top button