Nivîsar

Daîş, Heşda Şeibî û siyaseta Amerika

Rêxistina terorist a DAÎŞ li Iraq û Suriye bi temamî xilas bû? Yan piştî têkçûnekî cardin bi awayekî dixwaze serxweve were? Ev pirsek giringe û taybetî siyaseta Amerika, Britanya di vê derbarê de ji rewşa DAÎŞê bi xwe jî girîngtir e.Hêzên hevpeymanî û sere wan de Amerîka şerê li dijê DAÎŞê li Suriye û Iraqê de bingeh digre. Taybetî li Iraqê dema vê yekê dike hêza herî şervan û hêza ku efsana DAÎŞê têkbirî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ihmal dike û encama vê siyaseta wan ya çewt DAÎŞ cardin xwe ji nûve dide serhevûdin.Amerika û Britanya encama vê siyaseta xelet rêxistinek din wek DAÎŞê peyda kir. Heşda Şeibî û milisên Şîe, kêmasi wek DAÎŞê ji bo Amerika û Kurda xetere. Lê Amerikî naxwazin vê yekê bibînin. Ji bo vê yekê jî Heşda Şeibî bi çekên Amerika hatin pirçekkirin û bi wan çekên modern êrîşê Kurdistanê kirin. Kerkûk û Tuzxormatu vegirtin û taybetî li Tuzxormatu komkujî li dijê kurdan pêkanin.Ji aliyek din Heşda Şeibî projeyek Îranî bû, bi arikariya Amerika hate damezirandin. Niha jî ew hêz doze dike ku Amerika ji Iraqê derkeve. Ne dûre dê ev hêz li dijê hêzên Amerikê li deverê şer bike. Gelo wê demê Amerika wek gelek cara nabê qurbana siyaseta xwe çewt li herêmê?Herweha li Suriye jî dema Tirkiye Êrîşê Efrinê kir, Amerika bi hêceta şerê DAÎŞê rêneda ku hêzên HSD herin Efrinê ji bo piştevaniya hevalên xwe.Wezirê derve yê Amerika serdana Tirkiye dike. Amerika û Tirkiye li ser Minbicê li hev dikin, ji xwe HSD çikas xwe ji deverên Ereban bidin aliyekî û hemû hêza xwe bidin Kurdistanê , dê siyaseta herî rastbe. Heta dewsa hinek hêzên ereb li gek ENKSê hevkariyekî Kurdistanî bikin û Pêşmergeyên Roj jî tevlî Kurdistana Rojava bibe, Kurd bi hêz dibin hêdî tenê ji bo parastina xaka Kurdistanê şer dikin.Amerika her demi dikarê hêzên YPGê bihêle tinê. Kurd divê di vê derbarê de xwedî projeyekî bin.Nûçe/analiz 

Back to top button