Nivîsar

Dagirkirina Kerkûkê û berpirsiyariya wê

Dagirkirina Kerkûkê û berpirsiyariya wê Gelek mirov gelê Kurd dişibînin “kew”. Kew balindeyekî neyarê qewmê xwe ye. Neyartiya nava Kurd vê yekê tîne bîra wan. Dîsa gelek dibêjin, Kurda bi destên xwe dergên dinyayê li ber xwe dagirtine. Ez bi xwe ne li gel vê yekê me. Dewletên dinyayê li gor berjewendiyên xwe refdariya xwe dîyar dikin. Di nava wan de yasayekî wekhevî nîye. Bi giştî hevbendiya hev dikin û li gel dewletên zilhêz cî digrin. Heger ne xwazin ne qanûna navnetewî û ne binkeya çarenûsa mileta nas dikin. Loma divê Kurd qenciya Îsrael, dewleta xwerxwaz û wêrek, ji bîr nekin. Ma Îsrael jî tinebûya, rewşa Kurda wê çewa bûya? Ez nizanim. Lê heger “dinya” dijberên Kurd be û ew jî neyarên hev bin. Ma ev yek jî? Babeta xwefiroşiyê  Xayintî (=xiyanet, xwefiroşî) li herderî tawaneke gewre ye. Gelek caran ew di nava civakê de (=komelgehê de) dibe sedemê malwêranî, destdirêjkirina cinsî, sukayetî (=sivikatî) û hêvîşikestinê. Loma tawana xayintiyê ne ciyê qebûlkirinê ye. Ti milet ji bilî Kurda xayinên civaka (kemelgeha) xwe bê siza nahêle! BÊSIZAKIRIN tenê nîşana lawazî û têkçunê ye; qasidê dûbarekirinê ye. Komelgeha tawanên xayinan siza bihêle, gora xwe bi destên xwe dikole. Loma pêwiste, xayin, “kurê Xwedê” be jî, bi awakî qurs (=giran) bê sizakirin. Miletê (=netewê) nikaribe tawana xayintiyê tund û tûj sizabike, nikare civaka xwe û xaka xwe biparêze. Ew bi ne sizakirinê dilê dijminê xwe xweş; rûyê xwe reş dike. Ma bûyera roja 16.10.2017a li Kerkûk û herema wê rûda vê yekê şanî me nade? Ev (=em) bûyer û baredoxa (=rewşa) wê? Herçiqas dagirkirina Kerkûkê ne kotayî be jî têkçuna miletê (=netewê) Kurd e. Karesateke gewre ye, loma divê bibe ciyê vekolînên ciddî. Ciyê xemginiyê ye wekî Kurd ji serdema Ehmedê Xanê ta roja me ji yekitî û yekrêziyê bê par e. Loma dîroka (=mejû) tawanên xayintiyê dûbare dibe. Ta vêga NE artêşa Kurd yek e, NE jî xwediyê siyaseteke nisthimanperweriye. Baredoxeke wiha bivê-nevê dibe ciyê karesatan. Ma heger ne ji bo bêtifaqiya serkirdeyên Kurd bûya, rewşa Başûrê Kurdistan wê êsta (=vêga) di metirsiyê de bûya? Ma ne kêmûkuriyên bîrûboçîna neteweyî di nava Kurd de berjewendiyên şexsî dide pêş? Xayintiya Kurd ji aliyekî ve dîrok e (mejû ye) û ji aliyê din ve tore ye. Dîrok e, çima hêj di serdema Osmaniya de xayintî di nava Kurd de hebû. Herwiha tore ye, çima ta serdema me bi dehan bûyerên xayintiyê hatine tomarkirin. Lê çima dersderxistin TINE? Ma dersderxistin şerm e? Nebûna stratejiyekî hevbeş Heger stratejiyekî hevbeş di nava hemû beşên Kurdistana dagirkirî de hebûya, ma Kurdê dîsa li şarê Kerkûk û derdora wê têkbiçuna? Herwiha heger Kurdên bakûr yên endamên partiya desthilatdara Tirkiyê demildest hişyarî bidina AKPê. Herwiha ew kok bûna, ku ew piştgirên (=palpiştên) başûr in; pabendê (=dilsozê) xelkê xwe ne. Bi bawerî bigotina, em dizanin Tirkiyê li gel Îranê û Îraqê dijmintiya başûr, xelkê me, dike. Heger ev dijminatî bidome, emê destên xwe ji AKPê vekişînin. Heger rojhilat jî bi heman rêyê dengê xwe li dijî “Îrana kone û planger” bilid kiribûna, gelo Kerkûkê wiha bihêsanî bihata dagirkirin? Bê guman na. Nexwe divê başûr ji xwe bipirse ma cîbicîkirina giştpirsiyê şaş bû? Na, teqez na. Lê çima dîsa ewqas keda wan ya hêja û dirokî beredayî derçû!? Çima dîsa başûr bû ciyê şer, bû ciyê dek û dolabên Pasdarên Îran, “Ceşên Îraqê”, Heştî Şabî. Ma Kurdistan dîsa neketiye metirsiya rûbirûbûna windakirina destkeftiyên xwe. Ma ne başûr, hêvî û bûka Kurdistan, di nava çend katjimêran de hemû destkeftiyên xwe yên hersê salên rabirdû (=dawî) windakirin? Têkçûna Kerkûkê û sizayê xayinên berpirs? Li jor hate gotin ku ev ne cara ewil e bûyerên xwefiroşî di nava komelgeha Kurd de rû didin. Endamên malbata Celal Talabanî, kurê wî, Bafêl, dîya wî, Hero (?), herwiha çend kesên xizanên wan di bûyera dagirkirina Kerkûkê de bi dijminên Kurd re bûne hevkar. Wekî Kurdên pabend (=dilsoz) gotiye, “Kerkûk dilê Kurdistan e” (Melle Mistefa Barzanî) an “Qûdsa Kurdistan e” (Celal Talabanî). Nexwe Kurdistan vêga sêwî, bê dil û bê Qûds maye!? Heger ev rewşa başûr e, ma desthilatdariya Kurd dikare piştî dagirkirina Kerkûkê kesên xayîn ji desthilatdariyê dûr bixe û herwiha siza bike. Bidaxe, tore, mejû (=dîrok) û lawazbûna Kurd tiştekî din tomar dikin. Nexwe ta li başûr hinek xwefiroşên desthilatdar hebin, komelgeha Kurd wê di metirsiyê de be. Anî, heger raste, ku endamên malbata Talabanî berpirsên karesata Kerkûkê ne, gelo berpirsiyariya Mesut Barzanî, Serokê Herema Kurdistan di vê bûyerê hîç nîye? Bêşik Barzanî siyasetmedar, netewperwer û serkirdeyekî kurd yê karzan e, ta êsta (=vêga) bê mînak e. Dagirtina (tijekirina) ciyê wî ne hesan e. Encamdan giştpirsiya Kurdistana Başûr vê yekê bê guman dûpat dike. Nemaze têkiliyên wi bi dost û dijminên Kurd re, ciyê şaneziyê ne. Lê bi ya min Barzanî di barê dagirkirina Kerkûkê de, herçiqas Kerkûk di bin kontrola pêşmergên YNKê de bû jî (li gor hinek çavkaniyên medya Kurd), erkên xwe yên serokatiya giştî, anî parastina Kurdistan, û xaka wê weke asteke pêwist ne aniye cî. Heger xayintî ya hinek Talabaniya nebûya, ma pêşmerge nikaribû li Kerkûkê heftiyekê li berxwe bide? Gelo dewletên zilhêz (=xurt) wê di rewşke wiha de tenê temaşe bikirina? Ma DYA nizane ku hinek serkirdeyên Kurd bi hev re xayinin? Heger dizane, ma çima bila DYA ji Kurd re pabend bin (=dilsoz bin)? Herwiha çima Kurd nikarin tawanên xayinên xwe tund û tûj bidin sizakirin? Ma ne wexte Kurd dev ji siyasta malbatî û eşirtî berde!? Ma ne wexte ku Kurd rûpelekî din vekin, dest bi siyaseta niştimanperwerî û netewperestî bikin? Ma divê başûr piştî dagirkirina Kerkûkê çi bike, çi dersa dirokî jê derxwe? Ma ev bûyer jî weke ya Şengalê ne hejaye dersderxistinên berfireh (=firewan)?  Hima di vir de divê bê zanîn, heger pêşmerge û serkirdeyên wî di bûyera Şengalê de erkên xwe bianîna serî, ma bûyera dagirkirina Kerkûkê wê rû bida? Ma berpirsê bûyera Şengalê (03.08.2014) kî ye û bûyer (komkujî) çima ta vêga nehatiye ronkirin? Ma ji vê rûreşitiyê mezintir çî ye?  Dr. jur. Celalettin Kartal,Scientific Expert on International Law,Minority Issues and MigrationGermany, 10/2017         

Back to top button