Polîtîk

Dadgeha Diyarbekirê 6 sal û nîv sizayê zindanê da serokê KADEPê Litfî Baksî.


Lutfî BAKSÎ bi sedema çend beşdarîyên civînên DTK/KCDyê û her weha hin nivîs, parve kirin, axaftin, mesaj û peywendîyên xwe yên bi nûnerên sîyasî re, bi îdiaya “propogandayê rêxistina terorist a çekdar û propagandaya terorîzmê” roja 17.06.2020an li Dîyarbekirê bi 6 sal û nîv sal cezayê hefsê hate mehkûm kirin.

Li Tirkiye dadgeh li ser bingehê ku fermana desthilatê kurda siza dikin. Gelek siyasetmedar li bakurê Kurdistanê ku tu pêwendiya wan li gel PKKê tuneye jî, bi tohmeta endametiya PKKê yan jî tohmeta pişgirî û alîkariya PKKê tene dadgehkirin û cezakirin.

Di vê derbarê de Baksi got: Mesele Kurdbûn e û eger teşhîs kiribin yek Kurd û bi bîr û bawer e, efû nakin. Ne hewceyî belgeyan e, her kesê dibêje ez Kurd im dibêjin tu PKK yî û ceza û her tişt amade ye.

Baksî jî yek ji van siyasetmedara ye. Baş tê zanin ku Baksi piştî wefata Şerefatin Elçî bûye serokê giştî yê KADEPê.

Back to top button