Polîtîk

CPJ: Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê di asta qeyranê de ye

 

Komîteya Parastina Rojnamevanên Navneteweyî (CPJ), rapora taybet a azadiya çapemeniyê a Cotmeha 2012 an weşand. Di raporê de tê îfadekirin ku, li Tirkiyê azadiya çapemeniyê di asta qeyranê de ye. 

Rapor, bi sernûçeya “Qeyrana Azadiya Çapemeniyê a Tirkiyê” û bi binnûçeya “Rojên tarî yên ku mixalefetî sûc tê hesibandin û rojnamevan têne zîndankirin” hate weşandin. Di raporê de, li ser fişareya desthilatdar a ku li ser çapemeniyê oto sansûrê pêk tîne jî tê sekinandin. Di raporê de cîh digre ku, li Tirkiyê 76 rojnamevan di zindanan de têne girtin û ji van jê 61 kes, rasterast ji ber faaliyetên rojnamevaniyê li girtîgehan de tên girtin. Dîsa li gorî tesbîtên raporê, di derbarê gellek rojnamevanan de, ji ber nivîsên xwe yên rexnedar, bi hincetên wek “biçûkxistina Tirkîtiyê” û “daraz di bin bandorê de hîştin”ê, di derbarê rojnamevanan de lêpirsîn tê kirin. 

Di encama raporê de tê gotin ku, li Tirkiyê pirsgirêka azadiya çapemeniyê, gihaştiye asta qeyranê. 

Erdoganê qehrok û bi eynat

Di rapora CPJê de ji bo serokwezîr Erdogan, îfadeyên qehrok û bi eynat tên bikaranîn û tê diyarkirin ku, Erdogan, her cure rexneyan êrîşên ku sankî ji bo şexsî wî hatine kirin têdigihê û bi vê ferasetê berteka nîşan dide. Wiha dinivîse, “Erdogan, bi awakî aşkere êrîşa rûmetiya 

rojnamevanan dike. Saziyên çapemeniyê, ji bo xebatkarên çapemeniyê yên ku nivîsên rexnedar dinivîsin, ji bo rojnamevan ji kar avêtinê an hişyarkirinê rasta zextan tên û bi hejmareke zêde, di derbarê rojnamevanan de dozên heqaretê tên vekirin.”

Siya 12ê Îlonê tê hîskirin

Di raporê de cîh digre ku, siya darbeya 12ê Îlona 1980 an li ser bûyerên îro tê hîskirin. “Sazîbûna darazê a ku piştî 12ê Îlonê hate avakirin,  derfeta, cezakirina mixalefetê û reqîbên xwe bi sûcê terorîstbûnê tawanbarkirinê dide destê desthilatdar.”

Rapor diyar dike ku, Zagona dij terorê (TMK), him berê û him jî di 2 salên dawiyê de, li hemberî  rojnamevanên  Kurd wek ço tê bikaranîn. 

Tê îfade kirin ku, pirraniyê rojnamevanên ku hatine zindankirin, Kurd in. 



     

 

Back to top button