Nivîsar

CORONAVÎRUS ŞERÊ BÎOLOJÎK û HIZRÎ YE

Analîz, zanistî û lêkolîn

Coronavîrus felaket, tofan û bela ye. Mirovahî dimire û demeke nû ya hovîyê dizê.”Coronavîrus” ne tenê vîrusek e, malbatek ji vîrusên cuda ye û heft endamên wê yên cuda hene (Navas Martin S, Weisse, 2004; Barkham TMS, 2004; Wang Chang, 2004). Li gorî lêkolîner James Lyons Weiler ji sedî 99% bi laboratoriuma Wuhana Çînê ve hatîye xuliqandin û afirandin. Ji bajarê ÇÎNê, Wuhan/Hebei belav bûye bajarên din û piştre li dûnyayê jî belav bû.
“Coronavîrus” ji maran derbasî şevşevok/perçêmek/ mişkî/ê bûye û ev vîrus ji wî/wê bi şaşiya teknîkî yan bi mebest hat berdan û derbasî mirovan bûye. Lê li gorî mîkrobiloyolojê tirk Dr. Îpek Ada coronavirus ji ajelên malê (heywanên malê) derbasî mirovan nabe, lê ev dîtina wî ne rast e. Ji ber ku li gorî profesorên Swêdê jî coronavirus ji ajelân derbasî mirovan bûye. Ew profesorên ku di derbara vê virusê de hevhizrin ev in: Fil.Dr. Profesor Joacim Rocklöv (Umeå Universite). Dr. Profesor Bo Lundbäck (Göteborgs Universitet), Dr. Docent Elin Larsson (Upsala universitet), Dr. Profesor Fredrik Elgh (Umeå Universitet), Fil.Dr Henrik Sjödin (Umeå universitet) û Dr. Profesor Björn Olsen (Uppsala universitet). Li gorî lêkolîner James Lyons Weiler ji sedî 99% bi laboratoriuma Wuhana Çînê ve hatîye xuliqandin û afirandin. Dibe ku Çîn bi vê afirandina coronavîrusê ve şerekî bîolojîk li dijî Amerîka darxistibe û bixwaze hegemonîya xwe bi wê bide pejirandin.
Vîruslaboratorium ya bi xeter û tehlûke li Wuhana Çînê ye û li wir projeyên şerên bîolojîk li ser mar, şevşevok/mişk û heywanên curbicur dihên ceribandin û avakirin. Çîn bi vê metodê egosentrîzm û hegemonya xwe zora Dewletên Yekbûyî (Amerîka) birîye û bûye qiralê dûnyayê.
Li gorî lêkolînerên Swêdî 65 milyon mirov dê bi coronavîrusê bimirin. Lê swêdî sûd ji lêkolîna Amerîkayî ya Johns Hopkins – Universitetê wergirtine.
Cudahîyeke mezin di navbera bahov (influensa grîp), sermagirtî û coronavîrus covid – 19-an de hene û ew ji hevûdu pir cuda ne. Nîşanên hevbeş ên coronavîrus covid -19 (2019 nCoV) ev in:
⦁ Kuxik anku kuxîna zuwa.
⦁ Tagerm/germî.
⦁ Êşa qirikê.
Bîn/nefes: Dijwarîya bêhna xwe kişandin / bîngirtin/berdan / henaseya xwe girtin û berdan.
⦁ Serêş, êş, westiyayî.
⦁ Masûlk- êşa hestî û yên din.

ImageCoronavîrus: Covid – 19


Ev fotograg ji Agricultural university (Helin Backlund)


Heft coronavîrusên naskirî hene yên ku mirov jê nexweşîya vîrusê vedigire hene, ew jî ev in:
1.Humant Coronavirus (HCoV-229E),
2.Humant coronavirus OCA43,
3.Coronavirus (SARS- CoV),
4.Humant coronavirus (HCoV-NL63),
5.Humant coronavirus HKU1,

  1. MERS -CoV (Novel coronavirus),
    7.SARS -CoV2 (2019-nCoV).
    Ev cureya coronavîrusa mar, şevşevok, (perçêmek, pêçermik/ mişk û ajelên cuda li laboratoriuma Wuhana Çînê hatiye / ceribandin û diyar e ku li wir projeyên cuda hatine avakirin. Lê ji bilî vê jî, şevşevok/perçêmek, mişk û marên cuda li welatên Asîyayê dihên firotin/kirîn û li dûnyayê belav dibin.
    Lê agahdarîyên çewt di derbara coronavirusa nû de di Medya civakî de belav dibin. Ji ber ku coronavîrusa nû hat nasîn, ji lewre cûrbicur xapandin û derewên mezin di derbara coronavîrusa covid -19-an de belav dibin. Ez dixwazim bal dikişînim ser vê mijarê.
    Profesorên Swêdê hevhizrin ku divê Swêdê stratejîya xwe biguherîne daku belavbûna coronavîrusê rawestîne û rê li ber bigire ku vîrus belav nebe. Di rojnameya doktoran ya bi navê ”läkartidningen” de çend profesor ji Swêdê xwestin (daxwaz kirin) ku ew stratejîya xwe di derbara vîrusê de biguhêrîne. Ew kes ev in: Fil.Dr. Profesor Joacim Rocklöv, Dr. Profesor Bo Lundbäck, Dr. Docent Elin Larsson, Dr. Profesor Fredrik Elgh, Fil.dr Henrik Sjödin û Dr. profesor Björn Olsen.
    Coronavîrus tehlûke ye û ew mirovahîyê dikuje. Vîruslaboratorium ya bi xeter û tehlûke li Wuhana Çînê ye. Di derbara Coronavirusê de li Zanîngeha Agriculturalandinî ya Başurê Çînê lêkolînên cuda pêkhatin û li wan lêkolînan curekî ji mişkan zayenda wî/wê ji sedî 99 % weke ya laboratoriuma Wuhana Çînê ye. Ev rastî di kovara “Vetenskap”ê de jî hatîye weşandin.
    Li gorî lêkolîna Kovara ”Zanistî” ya Swêdî ”Vetenskap tidskrift”
    kesên ku di navbera salên jêrîn de bin:
    ⦁ 10 – 39: 0, 2% yên mirine
    ⦁ 40 – 49: 0, 4% yên mirine
    ⦁ 50 – 59: 1, 3% yên mirine
    ⦁ 60 – 69: 3, 6% yên mirine
    ⦁ 70 – 79: 8% yên mirine
    ⦁ 80 – 84: 14% yên mirine (?)
    (ji Kovara Vetenskap)
    Navê nexweşîyê bi kurtî covid – 19 e.
    Hemû agahdarîyên doktorên tirk û kurdan ên di derbara coronavirusê de çewt in. Rastîya wê ev e:
    “Coronavirus” ji maran derbasî şevşevok/perçêmek/ mişkî/ê bûye û ji wî/wê derbasî mirovan bûye û kujerê/kujera vê nexweşîyê roj/tav e. Lê gorî teorîyeke din ne virûsa maran e. Di derbara “Coronavirus” ê de 2 teorîyên cuda hene.
    “Coronavîrus” weke nexweşîya birîna DEHAK ya maran e ji ber ku niha derman jê re nehatî dîtin. Virûsa nexweşîya maran (şevşevok/perçêmek, mişk, sponsor) kevn e.
    “Coronavırus”ku pêşîn li Çînê belav bû/dibe û ev vîrus paşbingeha xwe ji vîrusa maran werdigire û ji maran derbasî mirovan (însan) bûye . Ev zanîstî û zanyarî li gorî lêkolînerên ku di kovarên Vetenskap û Journal Medical Medical´ê de hatine weşandin.
    Li Çhattinsgarha Hindistanê zarokekî heft salî virusê ji heywanan vegirtîye û nexweşa wî bê derman e. Di derbara vê vîrusê de li Dr. Yas Upender navê virusê ”ihthyosis epidermolytik” e.
    Prof. Joacim Rocklöv:
    “Lekolînên ku li Zanîngeha Umeå, Heidelberg û Çînê pêk hatine nîşanê me didin ku “coronavirûs” pir pir belav bûye lê lêkolînên zanistî li ser coronavirus – COVID-19ê pêk hatine…”
    1.Vîrusa Corona çiqas tehlûke (xeter) ye?
  2. Ma Vîrusa Corona dikare were dermankirin anku çareya vê nexweşîyê tune yan jî heye?
  3. Semptomên wê çi ne anku nîşaneyên semptoman çi ne?
  4. Em çawan xwe ji jêvegirinê (enfeksiyon) biparêzin.
    A. Çûna mirov: ji cîhê ku mirov jê diherin û hereket dikin, lê otoboz/balafir/ereb/tirên û cîhê ku xelq lê dijîn.
    B.Transport.
    C. Hatina mirov/çûyin.
  5. Niha çi dibe, diqewime?
  6. Coronavirus mirovkuj e û rasteqînîya wê weke SARS mirovkuj e û xwe jî dikuje, lê komên (grub malbat) wê yên cuda hene.
  7. Coronavîrus belavkar e, weke avrêj, dihê reşandin û zû belav dike.
  8. Aşiya/Vaccin û lêkolînêr cuda li dijî coronavîrusê dihên ceribandin.
  9. Pandemî (Pandemok) çawa dihêt diyarkirin û wateya wê çi ye?
  10. Epîdeîmî nexweşîya ku zûlav dibe. Wateya epîdemolojî çi ye? Zanistîya hebûnan, sedemên nexweşên nû û belavbûna wan. Ev nexweşîya coronavîrusê çi ye? Em ji nexweşîyên nû bitirsin an na?
  11. Heta niha Aşiya /Vaccin anku dermanên Coronavîrusa nû nehatîye peydakirin û tune ye. Lê li Ewropa û welatên pêşketî lêkôlînên cuda zêdetir dibin.
    Coronavîrus dikare çekeki bîolojîk be û ew ji alîyê Amerîka / ÇÎNê hatibe avakirin. Dibe ku Amerîka yan jî Çînê di laboratoriuma xwe de ji bo şerê bîolojîk ê giran çêkiribe. Lê teorîyên komployê îdîa dikin ku Amerîka anku Çîn Dewletên Yekbûyî yan jî Çîn li piştre felaka Coronavîrusê de heye û ev vîrus bi şaşiya tekniki yan bi mebest hat berdan û belavkirin.
    KURTASÎ
    “Coronavîrus” ji maran derbasî Şevşevok/perçêmek/mişkî/ê bûye û ji wî/wê derbasî mirovan bûye. Bi ya min ev vîrus bi şaşiya tekniki yan bi mebest hat berdan û belavkirin.
    Mirov dikare coronavîrusê ji ajelên (heywanên malê) werbigire yanî jêvegirin/jêgirtin, jihevgirtin û belavkirin gengaz e. Li gorî lêkolînerên Swêdî 65 milyon mirov dê bi coronavirusê bimirin. Lê lêkolînerên swêdî sûd ji lêkolîna Johns Hopkins – Universitetê wergirtîye.
    DÎTINÊN CUDA
    1.Coronavirus tehlûke ye û mirovahîyê dikuje. Ji bo mirovahîyê felaket, totan, boblat û bela ye. Mirovahî dimire.
    Vîruslaboratorium ya bi xeter û tehlûke li Wuhana Çînê ye.
  12. Coronavirus projeya şerekî biolojîk e û xwedî vê projeyê Amerîka/ Brîtanîya/Çîn e.
  13. Coronavirus mirin bi xwe ye.
  14. Kesên kal û pîr zêde dimirin.
  15. Xweparastina dev /poz pêwîst e.
  16. Piştî çend meha Aşiya/derman dê peyda bike.
  17. Kûçık û heywanên di nav malê de dikarin Coronavirusê ji jêvebigirin.
  18. Çînî goştên Şevşevok (perçêmek, pêçermik, mişk) dixwin ji lewre jî ev nexweşî jê afirîye.

Heft coronavîrusên naskirî hene yên ku mirov jê nexweşîya virusê vedigire:
1.Humant Coronavirus (HCoV-229E)
2.Humant coronavirus OCA43
3.Coronavirus (SARS- CoV)
4.Humant coronavirus (HCoV-NL63)
5.Humant coronavirus HKU1
6.MERS-CoV (Novel coronavirus)
7.SARS-CoV2 (2019-nCoV).
Referens û Çavkanî
Di Bernameya zanistîyê de:
Prof. Jonny de Jong, lêkolînerê mişkan
Sveriges Lantsuniversitet
John Hopkins University, USA
Harvard University, epimiologist, USA
Virus Taxonomy: 2018 release (International Committee on Taxonomy of Viruses 20 januari 2020
Europeiskt centrum för förebyggande och kontroll av sjukdomar
Svenskt laboratorienätveek, folkhälsomyndigheten, avdelning för mikrobiologi
Avdelningschef Karin Tegmark Wisell
14.03.2020

Maruf Yilmaz
Lêkolîner û doktorend

Back to top button