Kultur

Corona, Elissa yê ji Kurdistanê veqetand

Elissa xanima hunermenda navdara Lubnanî, biryarbû li roja 20ê Adarê li bajarê Hewlêrê konserekî mezin saz bike lê ji ber virusa Corona konsera wê hate betalkirin.

Amadekarê konserê Hesen El Turkmenî ragihand ji ber virusa Coronayê biryara paşxistina konserê dane.

Her wiha da zanîn ku bi biryara Wezareta Tendirustiya Kurdistanê civînên girseyî û konser û pîrozbahiyên cemawerî hatine qedexekirin û eve jî rê li ber me girt ku konserê saz nekîn.

Back to top button