Cîhan

Çiya gazê difiştiqîne

Li Nikaraguayê çiyayek gazê difiştiqîne. Li paytext Managuayê 140 km li rojavayê bakûr çiyayê San Cristobalî ku 1740 metre bilind e, duhî dîsa dest bi agirpivîna xwe kir. Lê ev car agirê wê ne mîna yên carên berê ye, alava ku difiştiqîne û li hawîdorê belav dike pê re gaza xwezayî heye.

Ev agirê ku bi gazê difûre, metirsiyeke mezin xistiye dilê xelkê herêmê. Ji ber wê yekê, heta niha 500 xanîyên li quntarê hatine valakirin.

Berpirsê saziya Jeolojî ya Nikaraguayê Javier Mejia daxuyanî belav kiriye ku ev çiyayê agirî vê carê ne wek carên berê ye û xetera wî dê zêdetir û xeternaktir be.

9.9.2012
Rojeva Kurd/Emerika

Back to top button