Nivîsar

Ciwanên Kurdistanî bi rêbaza Barzanî Qoser hejandin

 

 

1-ê Adarê li Qoserê gencên Kurdistanê bi minasebeta bîranina 33 saliya koçkirina Barzaniyê nemir civînek girsehî li darxistin.Bi sedan genc, siyasetmedar, rewşenbîr û Kurdistanî bi banga gencên Kurdistanê kom bûn.

Bê goman hersal 1-ê Adarê bi minasebeta bîranîna Barzanî, taybetî li Kurdistana Başûr gelek çelakî têne kirin. Derveyê welat Barzanî tê bîranîn. Lê ev cara yekem e li Bakurê Kurdistanê bi insîyatîfa gencan bîranînek bi vî awayî girsehî û naverok tê kirin.

Îro li Bakurê welatê me, rojane bi nave kurda  çelakî têne kirin. Lê mixabin di van çelakiyan de tu caran mirov sembolekî kurdewarî û Kurdistanî nabîne. Al a Kurdistanê li Bakur gelekî nayê naskirin. Lê di civîna bîranîna Barzanî de du sembolê Kurd û Kurdistaniyê hebûn. Ala Kurdistanê û weneyên Barzaniyê nemir.Herweha weneyên serokên serhildanên kurdan hebûn.

Ji hemiyê girîngtir gencên Kurdistanê hebûn. Gencek ku temênê wî 22 sal axavtinek li ser nave Gencên Kurdistanî kir. Axavtinek bi neverok bû. Gencê 22 salî di axavtina xwe de got: Em gencên bîr û baweriyên me yên cuda hene. Lê em Kurdin, Kurdistanîne û li ser rêbaza Barzanîne.

Gencê 22 salî li Amedê xwendevanê zanîngehê bû. Berdewambûna axavtina xwe de behsa nirxên netewî,  behsa serokê nemir Mustafa Barzanî kir. Got: ji bo me zimanê, me ala me axa me û nasnama me girînge. Ev dê bingehê xebata  me be. Herweha da xuyakirin ku, rêbazek netewî heye ku li ser siyasetê bikin û ew jî rêbaza nemir Barzaniye. Behsa Kurdistana Başûr kirin, behsa destkeftiyên Kurdistanê û siyaseta serokê Kurdistanê ya serkeftî kir.

Hêja Îsmail Beşikçî,  ji bo tendurîstiya xwe nekarî beşdarê civînê bibe. Lê bi nameyekî dîtinên xwe li ser kesayeta Barzaniyê nemir tevlî civînê bibû. Peyama Beşikçî piranî li ser kurdbûn û siyaseta heja  û kesayeta berz ya Barzaniyê nemir bû. Beşikçî di nameya xwe de da xuyakirin ku dive kurd baş Barzanî nasbikin û li ser rêbaza wî nemirî rêveherin da ku kurbin û Kurdistanî bin, da ku tu cara sere xwe ji dijmin re netewînin.

Herweha di civînê de grubek gencên Kurdistana Rojava yên endamê hevrêziya gencên Kurdistanê beşdar bibûn. Wan jî behsa xebata xwe ya Kurdistana Rojava kirin, dan xuyakirin ku ewê  bi aweyek zanistî li ser rêbaza Barzaniyê nemir ji b o desteftina mafên kurda li Suriye xebata xwe berdewam bikin.

Gelek axavtinên din hatin kirin, helbest hatin xwendin. Di dawiya civînê de gencêk li ser navê gencên Kurdistanî axavtina dawî kir. Gencek bi bîr û bawerî bû, di axavtina xwe de got. Îro li Bakurê Kurdistanê li nirxên netewî nayê xwedî derketin. Ew tiştên li ser navê kurdan tên kirin tu cara nabê bersiva daxwaziyên neteweyî. Em wek gencên Kurdistanî diqîrên û dibêjin, emê bi hemî awayî berjewendiyên netewî bikin bingehê siyaseta xwe. Emê li ser rêbaza kurd û Kurdistaniyê tekoşînê bidin ew jî eşkereye rêbaza me rêbaza Barzaniye.

Belê doh li Qoserê gavek nû hat avatên. Gencên Kurdistanê ji berî nihayî hinek çelakiyên bi wate kirin. Lê li Qoserê di civîna bîraniya 33 saliya koçkirina Barzaniyê nemir de, rêbaza xwe rengê xwe siyaseta ku bikin gelek bi zelalî dan xuyakirin. Peyamek nûjen, peyamek kurd û Kurdistanî gihandin raya giştî.

Gencên Kurdistanî li Qoserê tovek nû reşandin. Hêviyek nû dînamîk û Kurdistanî peyda kirin. Di demekî de kurd li Bakur di nav gotubejekî dene ku, tu cara nabê çareseriya pirsa kurd, van gencan dan xuyakirn ku ew jî bi siyaseta xwe ya Kurdistanî hene.

Di 33 saliya koçkirina Barzaniyê nemir de, di kesayeta van gencên Kurdistanî yên hêja de, ez Barzaniyê nemir yad dikim. Bi hemû awayî serkeftina wan hejayan dixwazim.
Rêbaza Barzanî bi zanistî û têgahandinek hemdem dibe demana serkeftinê û destxistan mafê rewa yê gelên Kurdistanê. Bila rêya we vekirîbe.

2.Adar.2012
Dara Bilek

Back to top button