Rojev

Ciwanên Kurdistanê ji bo hatina Barzanî amadekariyan dikin

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo hatina Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê li ser tora civakiya facebook daxuyaniyek belavkirin û hemû endamên xwe vexwend ku ji bo pêşwazîkirinê amadebin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibeje: Remza Kurdayetî yê Serokê Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî di 16.11.2013 de roja şemîyê dê were Amedê, paytexta welatê xwe.

Berdewamiyan daxuyaniyê de dibêje: Banga me di dezgeh û rêxistinên sîyasî, ji sazîyên civakî yên sîvîl û hemû millletê Kurd re; em wê rojê di saet 17:00 de li ber Otela Green Parkê bi dirûşmeya “ Bijî Yekîtî Serxwebûna Kurdistanê” û di destên me de Ala Rengîn pêşvazîya Rêzdar Barzanî bikin. Em ji milletê Kurd re tika dikin ku hemû kes bi Ala Rengîn beşdarî pêşvazîyê bikin.

Back to top button