Cîhan

Ciwan li Ewropa pişgiriya Barzanî dikin

Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Ewrupayê: Em li gel serokê Kurdistanê birêz Mesûd Mistefa Barzanî ne..Gelê Kurd bi hêjmara xwe ya 40-50 mîlyonî mezintirîn neteweyê bê dewlet e.Bê dewletbûn ne qeder e, heger ku qeder be jî em vê qedera bêbext nasnakin.Li gor bîr û baweriya me heger doza serxwebûna Kurdistanê bi siyaseteka rast û ji dil were meşandin dê gelê Kurd jî weke hemû neteweyên cîhanê bighêjîn mafên xwe yên rewa ya serxwebûnê.Riya serok Barzanî reya azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.Riya parastina hemû mafên gelê Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê jî em li ser navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Ewropayê ji raya giştî û ji gelê xwe re didin xûyanî kirin ku em jî weke hemî Kurdên dilsoz, bidil û can li gel serokê Kurdistanê birêz Mesûd barzanî re ne û piştgiriya doza wî û biryara wî dikin.Li ser navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê li EwropayêÇeto Omerî

Back to top button