Civak

Civîna Pêşmerge û şanda leşkerî ya Almanyayê

Serfermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Serleşker Îsa Uzeyr, li gel şanda bi serokatiya Fermandarê hêzên leşkerî yên Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê Kolonel Sorsten civînek girîng pêk anî.

Serokerkanê Hêzên Pêşmerge Orgeneral Îsa Uzeyr û berpirsên leşkerî yên Almanya teqezî li ser başkirina peywendiyan kirin. Di hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge, Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên leşkerî yên Almanya û proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge hat kirin. Aliyan teqez kirin ku divê hemahengiya di navbera Hevpeymaniya Navdewletî, Wezareta Pêşmerge û Iraqê de berdewam be.

Serleşker Îsa Uzeyr, diyar kir ku ew li gel hevpeymaniya navdewletî di hemû waran de ne û Wezareta Pêşmerge jî ji bo pêşxistina peywendiyan amade ye.

Back to top button