Civak

Civata Wezîran Cejna Qurbanê pîroz dike

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, Cejna Qurbanê li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike û hêvî dike ku aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bi yekrêzî, yekdengî û bi bernameyekî kurdistanî biçin Bexdayê.Teksta peyamê:Em, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, hatina Cejna Qurbanê, li destpêkê, li malbatên serbilindên şehîdan,  pêşmergeyê mêrxas û paşî jî li tevaya misilmanên Herêma Kurdistan, Îraq û çîhanê pîroz dike. Em hêvîdar in ev cejin aşitî, aramî û biratiyê bi xwe re bîne û hemû alî di nava tenahiyê de cejn û bênvedaneke xweş û rehet derbas bikin.Cejna Qurbanê di demekî de hat ku li Îraqê bizav û xebatên pêkanîna hikûmeta nû  nûh dest pê kirine, em hîvîdar in aliyên kurdistanî berjewendiyên gelê Kurdistanê li pêş hemû tiştên din deynin û yekrêz û bira bin daku bikarbin li asta daxwazên gelê Kurdistanê de bin û bernameyekî kurdistanî li ser bingeha bidesatveanîna mafên destûriyên gelê me amade bikin û bi hev re weke yek tîm biçin Bexdayê, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi her awayî piştevan dibe.Careke din Cejna Qurbanê li hemûyan pîroz be, bi hêviya ku hemû cejn û minasibetên bên di rewşeke baştir û minasibtir de pîroz bikin û gelê Kurdistanê jî bi mafên xwe yên adil şad bibe. Em daxwazê ji hevwelatiyan dikin ku ji bona selametiya xwe û malbatên xwe di rojên cejin û bênvedanê de pêgiriyê bi yasayên trafîkê bikin.Cejn û bênvedaneke tena ji bo hemûyan û her sal bi xweşî be.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê20.08.2018 

Back to top button