CîhanRojev

Civata nûneran îtiraza komariya ji bo Arizona red kir

Beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî, Civata Nûneran ser îtîraza Komarîyan ya hember encamên hilbijartina eyaleta Arizona dengdanê kir û bi 303 beramber 121 dengan ew yek red kir.

Di dengdanê de 121 endamên Komarî yên Civata Nûneran dengê erê dan, 83 Komarî jî dijî îtîrazê derketin.

Bi wê biryarê dengên nûnerên Arizona yên di Desteya Hilbijeran de wek xwe dimîne û ew deng jibo berbijarê Demokrat Biden tên tomar kirin.

Berê jî Civata Senatoran bi 93 beramber 6 dengan encama hilbijartinê li Arizona pejirandibû.

Eylaeta Arizona di Desteya Hilbijeran de xwedîyê 11 dengan e û ew hemî dengên xwe dabûn Biden.

Back to top button