Cîhan

Çîn xwe gihand hawara Îtalya

Îtalya ji welatên nêzîkî xwe yîn Yekîtiya Ewrupa alîkariyê xwest, lê Çînê xwe gihand hawara Îtalya û alîkariyê pêşkêş kir.

Balyozxenaya Madrîd ya Komara Neteweyiya Çînê li ser tora civakiya twitterê ragihand ku ewan 1.8 milyon demamik(maske) gihandine Îtalya û Îspanyayê. Her wiha 9 pîsporên virusa Corona roja pênçşemê gihîştine Balafirxaneya Fiumicino ya Romayê û bi çendîn ton amêr û pêdiviyên pizîşkî li gel xwe anîne.

Wekî tê zanîn Çînê alîkariya Kurdistan, Irak, Koreya Başûr, Japonya û Îranê jî kiribû.

Back to top button