Nivîsar

Çime Bakur Bê Deng û Bê Rêbere? .-1-

Sileman ÇakirWek ku di Dîrokê de jî dîyare,Gel’ê Kurd liser vê axê dest bi jîyanê kirîye û li Bakur hejmare (25 mîlyon) ji hejmare parçê Kurdistan ên dîtir jî pirtire, lê tim li Bakur Gel têk çûye û gelek rêber qetil bûne û bi darve bûne..Mirovê Dîrok nas û xwendîye, Dîroke welat û a herêmê xweş zanê kîne…Piştî 33 serhildan û fermane Rewşeke nû derket holê li Bakur. ..Xeta nav Dewletî a reş jibon Bakur û Tirkye teqtîkê nû, ên berdewame proje sed (100) ya nav yek tifaqî xiste jîyanê, di vê demê de PDK-T,  ye veşartî hebú. .Di.gave yekem de çep ú rast,piştre xortê Tirk û Kurd ji hevdû cúde kir, îlmê Marksizmê xiste nav wade. Xwendevanê Kûrd jî dêla Dîroke xwe bi xwênê dest bi xwendine Dîrokê xelkê kir…şer şerê Mosqo û Çînê bû. Di sê sale de Kurd bûne 57 hêz û komik û dest bi şerê hevdû kirin…Mîne şexsîyetê Remezan Haşimoxlu û Ferît Dirêj (uzun)û gelek ciwanê Kurd qetil bûn û hên jî kujerê wa kîne ne dîyare…Biser komelê hevdû de girtin û hevdû qetil di kirin…Xeta reş gav bi gav rewş di xiste rapor û biryar dida û pêk tanî. ..Firset derket holê û leşker dest liser Komarê danî û bû ferman û fîgan..Bi hezare ciwan di zîndane de eşleşme bûn û qetil bûn..Wextek hat şerekî nûjen dest pê bû. .Ev şer hên jî berdewame,texrîben sed hezar (100.000) ciwan hatin kûştin,10.000 hezar gûnd û hewqas gûndok wêran bûn,bîst (20.000)şexis winda bûn,4 mîlyon Kurd penaberbûn,16 bajar tar û mar bûn…Kurdê Netewperwer bê mecal man..Zor û zordestî liser wa dest pê bû, xendek ketin rojevê Gel moralîze bû aborî û bezirgantî kete qebrê de..Ziman roj bi Roj zayîf bû jîyan tevlî hevdû bû. Hinek Kurd dest bi pêwendîyê nû kirin,PDK-T’ye fermî hate demezerandin,lê kesek jêre nebû dîse xwedî, pisgirêk zêde bûn û  di derheqê PDK-T’ye de doz vebû komik û partî mîne kûmikê li berîyê zêde bûn û nexweşîye berî 1980 yî de dest pê bû û hên jî parçe bûn berdewame…Îro jîyan li Bakur liber qebra kolayken, kefen bûye û yek werê pehînekê lê bixê wê têkevê qebrê û hew di vegerê. ..Pîsîqolojîye Gel wêrane, kesek na xwazê tu kesî bibînê, ziman mîne tekâ rehanê liber bayê kur tê hêjandin, eger zanist vê bê dengîye berdewam bikin,nêzîk û ne dereng xelk û alem wê bê jê gelo li Bakur Kurd hene?Biser vî hâlê xerab de partîye Gelan dibê barê darê min,Netewperwer jî dikin ax û nâlîn. 

Back to top button