Nivîsar

Çima Tevgera Goranê xiyaneta 16ê oktoberê şermezar nekir

Tevgera Goran li hember wergirtina her mehê 250 hezar dolarên amerîkayî  xiyaneta 16ê oktobera sala borî şermezar nekir û bêdengî hilbijart.Kê xiyanet kir? Kî her meh 250 hezar dolaran ji tevgera Goran re dide?Başûrê Kurdistanê roja 25.09.2017ê referendûma serxwebûna Kurdistanê encamd a û xelkê Kurdistanê 93%  ji bo serxwebûnê deng da. Piştî referendûm bi awayekî serkeftî hat encam da, hikûmeta Îraqê, bi alîkariya dewletên cîran, kete tevgereke leşkrî û êrîşî ser Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir. Pêşmergeyê Kurdidstanî dizanî dê hikûmeta Îraqê operasyonekî bike lewra  gelek bi başî xwe ji bo bergirîkirinê amadekiribû.Lê mixabin grûpeke nav Yekêtiya Niştimaniya Kuridstanê (YNK) bi serokatiya Lahor Şêx Cengî, bi dîzî digel pasdarên Îranê û Heşda Şabî li hev kir û Kekûk û deverên din firotin bê şer û berxwedan teslîmî milîsên Îranê û Şîye kir.Tevgera Goranê li hember vê xiyaneta mezin ya Lahor Şêx Cengî û grûpa wî derheqê Kurdistanê de kirî û pirojeya serxwebûnê beravêtî kirî, xwe bêng kir û bi ti awayan ew xiyanet şermezar nekir, Çima?Nuha bi belge eşkere bûye ku Lahor Şêx Cengî ji roja 17.05. 2016ê were  her meh 250hezar dolaran dide Tevegra Goranê bi şertê ku tevegra Goran li ser dijatîkirina Partiya Demokrata Kurdistanê berdewam be û xwe li ser kêmasî û şaşiyên YNKê bêdeng bike.Ev yek çawa eşkere bû?Di hilbijartinê parlamentoya Îraqê de (12.05.2018) li devera Silêmaniyê ku Tevgera Goran bi devera xwe ya sereke dizane, dengên herî kêm anîn. Piştî îlankirina encaman,  tevger Goran şok bû, encam red kirin û wê YNK bi sextekariyê gunehbar kir. YNKê bi alîkariya Îranê û Heşda Şabî sextekariyeke bêqam kir  li Silêmaniyê û Kerkûkê dengên zêde anîn û ev denganîna zêde ya bi alîkariya Îran û Heşda Şabî weke bexîşîşa xiyaneta 16ê oktoberê hat binav kirin.Êdî şerê medyayî di navera YNK û Goranê dest pê kir û Lahor Şêx Cengî jî ew  250 hezar dolarên her meh didan Goranê qutkirin.Nêçeanalîz/Rojevakurd

Back to top button