Polîtîk

Çima jê re dibêjin Ala tirk û na ala Tirkiyê?

Gotinên Zekeriya Yapicioglu, Serokê Giştî yê HUDA PARê, di bernameyeke televizyonî de di derbarê Ala Tirkan de gotî bû sedemê gotubêjekî taybet.

Serokê HUDA PARê Yapicioglu di derbarê Ala Tirkan de got: “Em hemwelatîbûna wekhev dixwazin. Em dixwazin ev al bibe ala me hemûyan, pirsgirêka me bi alê re nîne. Lê dema hûn bibêjin navê vê alê Ala Tirka ye dê Kurd wê bibêjin; ala min li ku ye? Çima ala tirkan… Ne şerê min bi alê re heye, ne problemên min hene, lê navê alê ji min re pirsgirêk xuya dike.Çima jê re dibêjin Ala tirk û na ala Tirkiyê?”

Ji bo vê daxûyaniya Yazicioglu di medya civakî de gelek kesan êrîşê wî kirin.

Back to top button