Polîtîk

Cîhan Ala Kurdistanê nas dike tu nasnekî çîye?

Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu li bajarî Şinexê di civînek ya Huda-Parê de beşdar bû. Yapicioglu di derbarê hinek babetên rojeva siyasetê de dîtinên xwe anîn ziman.Wek tê zanin dema serokê Kurdistanê sardana Tirkiye kirî û Ala Kurdistanê hatî bilind kirin, serokê MHPê Devlet Bahçelî gelek bi tundî hukumet rexne kirî bû di derbarê Ala Kurdistanê û serokê Kurdistanê de gotinên xirab bi karanîbûn.Yapicioglu di vê civînê de behsa Bahçeli kir û got: Tişta ku Behçelî kirî eybek mezine . Bahçeli dibêje “ Kurd birayê mene“ base kurdên li Tirkiye dijîn birayê tene , lê yên ji derê sinorên Tirkiye dijminên tene? Pîvana te ya birayetiyê çîye? Başe Turkmen çewe dibin birayê te?Yapicioglu li ser gotinên Bahçelî di derbarê Ala Kurdistanê de got: Ala te bi rumete lê ya xelkêk din paçike?Ma weleyê? Ev yek bê edebiyek mezine. Tu vê Alê nasbikî çiye, nasnekî çîye? Cihan nasdike.Di derbarê pirsa kurd li Tirkiye jî Yapicioglu got:Bûyerên ku li bajarên Kurda bûyin eşên mezin hate jiyandin. Dive ev dersekî ji van bûyeran derêxin. Ez nizanim me çikas ders ji vê musîbetê girtiye. Ez hêvî dikim, piştî evkas wêranî û malxirabî, nexweşî û eşê, hinek ji van bûyeran dersekî derêxin.PKK encameke, ne sedeme.Pirsa kurd heye û ji sed salan hirve heye. Derbasbûya PKK 40 salin.Ji bo neheqî berdewambûn PKK derket hole. Eger hun pirsa kurd tenê bi PKKê ve girê bidin û çekên di destê PKKê de bihesibînin hun çewtiyê dikin.Yapicioglu da xuyakirin ku, sermaya PKKê tenê çekên di destê wan de ye. 

Back to top button